Xwekuştina kesayetiyekê ango Beşîkçî

Yeko ARDIL nivîsand —

În 18 Kanûn 2020 - 23:10

  • Diviyabû Beşîkçî berdevkiya KDP´ê û ti hêzên siyasî yên Kurdan jî nekira. Diviyabû Beşîkçî weke kesayetiyekî pêbawer ji bo hemû Kurdan li cihekî taybetî bisekiniya. Lê mixabin nivîsa wî ji cewherê ve li dijî şoreşê ye û weke belavoka PARASTIN û MÎT´ê encam dide.

Eger em bibêjin, ´Li Kurdistanê şer e!´ Misoger wê bi sedan kes bibêjin, ´Te got çi? Ma ev jî gotineke nû ye?´ Rast e şer û pevçûn, dagirkerî, komkujî, sotin, derkirin, xerakirin, wêrankirin û her cûre hovîtî li welatê Kurdan mîna nan û avê ye û Kurd bi sedan sal in, li gel wan hemû hovîtiyên dijminan jî dijîn, hebûna xwe bi awayên cûr bi cûr dewam dikin. Kurdan li ber xwe daye, ew liberxwedan weke rûpelên herî pîroz ketine dîrokê jî, lê mixabin heta niha serkeftina ku tê payîn bi dest nexistine. 
Lewra hîna jî li ser axa welatî, ew hovîtî û wisa jî liberxwedana pîroz a li dijî wê, li dar e. Kurdan li gel tevahiya astengî û dijberiyan jî di 40 salên dawî de gelek derfet bi dest xistine. Ev li Başûr, Rojava û li Bakur jî ji cîhanê hemûyî ve xuya ye. Li rojhelatê welêt mixabin mirov nikare behsa bipêşketineke hevreng bike.

Ji ber wan sedeman hemûyan, Kurd ji şer re ne xerîb in. Seyda Mele Evdirrehîmê Amedî digot, ´Xelkê dinê zarokên xwe destpêkê bi peyvên dê, bav, nan û avê fêr dikin, lê Kurd gava pitika xwe didin ber sînga xwe dibêjin, Eçê ke!´

Ev helbet ji sirûşta dijwar a çarenûsa gelê Kurd tê himatê. Nexwe, Kurd ji xweşî, geşî, evînê û şaristaniyê jî baş fêhm dikin û dixwazin heta dawiyê jî bijîn.

Vê gavê Kurd û dostên wan bi nûçeyên nû yên şerî re ji xewa şîrîn radibin. Niha kul û meraqa dilê her Kurdekî gelo wê çi be? Ev êrîş, şer û pevçûnên dawî wê çi encaman bi xwe re bînin? Gelo wê dîsa qedera me reş bibe û ew destketên ku di encama hinde xwîn, xwêdan û êşkenceyan de bi dest ketin, ji dest bên dayîn?
Ev in pirsên mîna kurmekî birçî mêjî û dilê Kurdên welatparêz birîndar dikin.

Çawa ku me destpêkê jî behsê kir şer û ceng ji bo Kurdan asayî ye, lê ev şerê dawiyê ku mirov nema dizane çi navî jî lê bike, ne weke şerên dîtir e. Kurdan ji bo vî şerî navên cihêreng peyda kirine ku di nav civakên din de bi hêsanî mirov lê rast nayê. Birakujî, xwekujî, Kurdkujî, şerê navxweyî û wekî din.

Li dijî vê gelek Kurd û dostên Kurdan nerazî ne, dilê wan diêşe, nîgeran in. Gelek sazî û dezgehên siyasî, çandî û wekî din daxuyanî belav kirin û xwestin Kurd berê çekên xwe nedin hevdu. Heta ji gelek dewletan jî hişyarî hatin. Lê mixabin ev pêvajo dewam dike. Di nav wan nerazîbûnan de yên cihê rêzgirtinê jî hene û gelek in. Ew rexne û hişyarkirinên xwe ji bo hemû aliyan dikin û heta dawiyê jî lê dixebitin ku şerekî malwêranî rû nede.

Lê hind kes hene rasterast xizmeta aliyekî dikin. Him jî xizmeteke wisa ku rasterast tê maneya xizmeta dijminên Kurdistanê.

Ji wan hin kesan, bi pirranî jixwe ne hewce ye mirov hîç behsa wan bike lewra ew ji destpêkê ve li dijî şoreşê ne û heta mirinê jî wê wezîfeya xwe ya qirêj pêk bînin. Navên wan misoger wê li ser sergoyên welêt jî nemîne.

Lê hind kes jî ku Îsmaîl Beşîkçî jî di nav wan de ye, bi daxuyanî û kirinên xwe rasterast xwe dikujin. Ew daxuyanî ji bo kesekî ku hinde êş kişandiye, di zindanan de maye û beşek girîng ji temenê xwe di riya têkoşîna zanistê de feda kiriye, şerm û xebînet e.

Li pêş çavên cîhanê hemûyî diyar e ku li Başûr kî êrişê dibe ser kê û kê dewleta Tirk a dagirker li gel hêzên wê yên sîxurî, leşkerî û aborî biriye li ser axa Kurdan bi cih kiriye. Dîsa diyar û eşkere ye ku ew desthilata ku di hevkariya dijminan de xwe bi sînor nake ji salên notî ve çi bi serê Kurdan aniye û tîne. Her wisa di dîrokê de jî li dijî Kurdên Rojhilat, Bakur û Rojava çi sosretî û komkujî kirine, ew jî baş tê zanîn. Lê li gel van rastiyan hemûyan jî û li gel zelaliya êrişên dawî yên li ser qada şervanên azadiyê Beşîkçî dikare mîna hind noker û xwefiroşan êrişê Tevgera Azadiyê bike û bi wê jî nasekine. Beşîkçî di nivîsa xwe ya dawî de rasterast PKK´ê bi hevkariya hêzên weke Heşdî Şabî re tawanbar dike û dibêje, heger PKK desthilata Başûr nas nake û ji wê derê venekişe, divê desthelata Başûr li dijî PKK´ê şerî bide destpêkirin.

Ev ji bo kesekî ku bi îdîaya zanist û zanyariyê radibe şermek e mezin e. Diviyabû Beşîkçî weke Tirkekî dostê Kurdan di vê babetê de bê alî û ji bo avakirina aştiyeke navxweyî bixebitiya. Diviyabû Beşîkçî berdevkiya KDP´ê û ti hêzên siyasî yên Kurdan jî nekira. Diviyabû Beşîkçî weke kesayetiyekî pêbawer ji bo hemû Kurdan li cihekî taybetî bisekiniya. Lê mixabin nivîsa wî ji cewherê ve li dijî şoreşê ye û weke belavoka PARASTIN û MÎT´ê encam dide.

Mixabin Beşîkçî bi daxuyaniya dawî, ket xizmeta şerî û ji aliyê manewiyatê ve xwe kuşt. Ev şer jî tenê bi kêrî dijminan tê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.