Garê gora dijminan e 

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 20 Sibat 2021 - 01:23

Dîroka têkiliya nav Kurd û serdestên Tirkan ji bo Kurdan liberxwedan û ji bo Tirkan jî qirkirin e. Kurdan gelek caran serî rakiriye, şer kirine û di encama lîstikên roviyane û dekên xapînok de wenda kirine.  

Di dawiya wan şeran de her û her ji bo Kurdan dilojarê, reşgirêdan, şîn û girîn mane. Serdestên Tirk jî tim û tim bi komkujî û qirkirinên xwe şanaz û serbilind bûne. Berxwedêr û lehengên Kurd yên bi hovîtî hatine qetilkirin, li ber sêdaran an jî li pêş lûleyên bêbext gotine, “Ev ê ji we re nemîne. Neviyên me wê teqez li serê we bibin bela." Û giyanên xwe teslîm kirine. 

Va ye, Garê ew ax û kesera dawî ya bi sedan serok û rêberên Kurdan e, Garê qîrîna wan a di guhên nevî û nevîçirkan de ye. Wê qêrînê li gerdûnê olan veda, ranewestiya, daneket, tine nebû û heta damezirandina PKK´ê dewam kir. Heta wê demê jî Tirkan Kurd weke mirov nedihesibandin. Digotin, "Ew çiqas serî hildin, em ê koka wan bînin." Piştre diçûn li ber stranên şînî yên dayîkên Kurd direqisîn. Lê PKK´ê ew qeder guherand. Ew dewleta ku di çavên bindest de ji her hêz û hebûnê bilindtir û biqewettir bû bi guleya yekem di sala 1984´an de veguherî pûşûpelên hişkbûyî. Guleya yekem a Egîdê Mezin gava di nav dilê dijminan de teqiya, ew Tirkên serdest, hêzdar, serketî û "xwedanên Kurdan" jî mat man. Dinya belkî jî cara yekem dît ku barbar jî dikarin bigirîn. Dinya yekem car bû şahid ku leşker û polîsên xwînxwar jî li ber şervanên Kurd çok didin, destên xwe radikin û lavayê dikin. Dinya ewil car dît ku di rastiyê de ew jî mirov in, ew jî dikarin ji hêla Kurdan ve bên kuştinê, dîlgirtinê û heta serbest bêne berdan jî. 

Ev tev de di encama şer û şoreşa PKK´ê de pêk hatine. Divê em baş li xwe mikur werin, baş li ser vê babetê biponijin, em kumê xwe deynin ber xwe û bihizirin. Heta wê demê onbaşiyekî pênc peran ê Tirk li nav Kurdan mîna ruhistin mîna Xwedê bû. Hatina wan an jî avêtina ser gundan heşr û qiyamet bû. Ji çeman li ser pişta jinên Kurdan derbas dibûn, bi sedan serpêhatiyên Kurdan hene ku mêr tazî dikirin, benik bi organên wan ve girêdidan û didan destên jinan. Heta kêyfa wan bixwesta yan jî bigihiştina armancên xwe, wan ev êşkence û zilm dikir, di encamê de jî pirî caran bê kuştinê ji nav gundên Kurdan dernediketin. 

Lê dîrok ne dayîka Tirkan e, felek jî ne bavê wan e. dem û dewran guherî û strana "va ye PKK rabû, li deşt û çiyan belav bû." Hate nivîsandin. 

Êdî wisa radana ser gundan ne hêsan bû. Gava general û serokên wan ên herî payebilind jî diçin Kurdistanê û qaşo çeperên leşkerî ziyaret dikin, çok didin ser erdê. Ew wêneya dîrokî ya Erdogan û generalên Tirk di bîra her kesî de ye.  

Êdî stranên dilojarê yên mîna "Heyfa min tê bi wê heyfê ku destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçeyê û gotin; Yallah lo Kurdo!" Weke bibîranînên dîrokî man. Zarokên Kurdan bi navên şoresgeran, bi stranên serhildêr û bi sirûdên neteweyî mezin dibin.  

Bi sedan balafir, tank, top û leşker û pê ve girêdayî derfetên cûr bi cûr, tevî hemûyan bi ser çiyayekî Kurdistanê ve digirin. Meyzînin; ev ji bo dewletekê jî mîna kabûsekê ye. Lê Garê nehat zeptkirin, Garê rûmeta xwe parast, Garê bi keleşên destên gerîla, destaneke ku heta hetayê neyê jibîrkirin, nivîsand. Gerîlayên azadiyê hemû mirad û meqsedên dijminan di dilê wan de fetisandin. Mizgîniya ku dixwestin bidin dinyayê, weke şîn û bobelat li wan vegerandin.  

Babet ne dîlên şerî ne, ne jî rizgarkirina çend kesên girtî. Babet ew bû ku li Garê serketinekê bi dest bixin û wê jî ji xwe re bikin rûmetek. Bi sedan nimûneyên leşker û polîsên dîl hene ku bi salan di destên gerîlayan de hatine xwedîkirin û dûv re li malbatên wan hatine vegerandin.  

Ev komkujî bi qest û bi hizreke demdirêjî hate kirin. Gotin; eger em rizgar bikin ji xwe, ji me re heta hetayê cihê şanaziyê ye, eger ew bimirin jî, em ê wana li dijî Kurdan bi kar bînin. Lê herdu jî vala derketin. Tevgera "Pençê Qertelê" veguherî "Lingê mirîşkê".  

Garê ji wan re bû goristan. Kurdistan bi tevahî jî wê ji wan re veguhere goristanê.  

Gelê Kurd çiqas bi serketina garê şanaz û serbilind be, hindik e. Şabaş û hezar caran şabaş ji bo destana Garê… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.