"Bo Dîrokê" kîjan dîrok? 

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 12 Hezîran 2021 - 06:59

Navê pirtûka birêz Mesûd Barzanî ye. Serokê berê yê herêma federe ya Herêma Başûrê Kurdistanê serpêhatî û bibîranînên xwe bi vî navî nivîsîne. Pirtûk nû derket û em jî bi tenê ji danasînên di çapameniyê de jê haydar in. 

Kesayetên ku mohra xwe li herikîna dîrokê dane, serborî û serûwenên xwe ji nifşên din re bihêlin, weke xizmeteke giring tê dîtin. Mixabin gelek kesayetên Kurd bêyî ku reşbelekekê jî ji siberojê re bihêlin ji vê cîhana fanî koç kirine û çûne. Niha gelek ciwanên me li dû wan, li jiyan û serboriyên wan, ked û karên wan, êş û keserên wan dipirsin yan hîç li rastî belgeyekê nayên yan jî pir kêm in. 
Ji ber wê ye ku berhemên bi vî rengî jî herî kêm bi qasî yên edebî keyfa mirovî tînin. Lê ya rastî li gel ku berhema navbirî bi dest neketiye û em nizanin di naveroka wê de çi heye jî ji behskirin û danasîna ku di medyayê de hatîn belavkirin mirov dikare bigihije hind hizir û encaman. 

A yekemîn kesên ku behsê dikin gelek gelek pesnê wê didin û ev jî dibe sedema gumanan. Lewre ji axaftinên wan wisa diyar dibe ku birêz Barzanî bi tenê behsa qehremanî û kêrhatina partiya xwe û ya şexsê xwe kiriye.  

Eger na, ne wisa be û hêvîdar im, em şaş derdikevin, heger karibe behsa aliyên kêmasî û çewtiyên dîrokî yên bizava xwe jî kiribe, wê demê hêjayê silavkirinê ye.  

Lewra di sedsala dawî de li Kurdistanê gelek bûyer qewimîn. Hind ji aliyê dijminan ve ji derveyê îrada Kurdan û gelek jî bi dest û vîna Kurdan rûdan ku hîna jî ji bin gumana dîrokê rizgar nebûne, lê heta dawiya dinê jî, wê di sînga berpirsyaran de weke tohmet bimîne. 
Weke nimûne, mirov dikare behsa têkiliyên malbata Barzanî û ya bi dewletên dagirker re bike. Ew bi serê xwe babetek e û derbarê wan têkiliyan de kêm agahî hene. Lê baş tê zanîn ku di encama wan têkiliyan de pirr xisar li Kurdan bûye, gelek zana û lehengên hêja canê xwe dane. Heta hin ji wan rasterast bi destê Malbata Barzanî, bizav û eşîrên bi wan ve girêdayî ve hatine kuştin. Ji dîroka nêz, mirov dikare navên weke Dr. Şivan, Çeko, Brûsk, Mele Aware, Silêman Mihûnî, 700 pêşmergeyên li Çelê hatin qetilkirin, bi qasî sed şoreşgerên li Hewlêrê û wisa jî panzdeh hezar kesên di Şerê Birakûjiyê de bûn qurbanî, bihejmêre. 

Dîsa ew sazî û dezgehên bi guman yên di encama têkiliyên bi dewleta Tirkî û Iranê de hatine damezrandin û li serê Kurdan bûne bela jî di bin siya dîrokê de ne.  

Di şerên li dijî Kurdan de çi dan û standin di navbera wan de hebûn? Niha generalên Tirk bi xwe jî eşkere dikin û pêşmergeyên PDK´ê bi 50 dolar mûçe li dijî PKK´ê dane şerkirin. Eger ev rast be, divê li xwe mikur werin, eger ne rast be, divê daxuyaniyek bê dayîn. Lê mixabin herdu jî nayên kirin. 

Vêca di dema ku agahiya vê pirtûkê di çapemeniya alîgirên PDK´ê de cih digirt, li Başûr di encama êrişeke reş de pênc pêşmerge şehîd bûn.  

Li gel ku bûyer ne ronî û rewan e jî, di serî de çapemeniya alîgir û derdorên bi mûçe rasterast êrişî Tevgera Azadiyê kirin.  

Divê neyê jibîrkirin ku kesên ji dozê vegeriyane û niha li deverên din kar dikin, gelek caran ji dijminan jî dijwartir êriş dikin, şerî sor û germ dikin, dixwazin xwîn cesedan li ber xwe bibe. Hebûn û selameta xwe di şerê navxweyî de dibînin û eger Tevgera Azadiyê lawaz bikeve wê bêjin; binêrin, me dizanibû wê bisernekevin, lewma em jê reviyan. 

Bi gotina Behdînî, niha yên herî zêde "Dahola şerî diqutin" jî ew in. 

Baş e, pêşengên tevgerê bi qîr û hawar dibêjin, werin em lêkolînê bikin. Bi salan e dibêjin, em komîsyonên heqîqetê ava bikin û bila rastiya dîrokî derkeve holê. Dewleta Tirk jî di nav de ji ti kes û saziyên têkildar bersiv an jî dengek derdikeve? 

Bi salan e banga kongreya neteweyî yan jî saziyeke bi ser hemû partî û rêxistinan re ava bikin da ku rê li ber gelek alozî û tevliheviyan bigire, bi taybetî ji derdora mala Barzanî û PDK´ê ti dengekî erênî derketiye gelo? 

Em wêna deynin aliyekî, PDK bi xwe û bi vîna xwe tenê carek jî bangeke wisa li raya giştî ya Kurd kiriye? 

Eger hebe û em nizanin, biborin! 

Lê heta niha nehatiye bihîstin.  

Ji lewra girîngiya pirtûka birêz Barzanî wê li gorî rastiya dîrokî bê pîvan. "Bo Dîrokê" lê kîjan dîrok? 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.