Dîwaro te ra dibêm…

Yeko ARDIL nivîsand —

În 7 Çile 2022 - 21:30

  • Me saleke din a tije xweşî û nexweşî jî li pey xwe hişt. Her çiqas xweşî li gûzekê û nexweşî li çokê jî bin, mirov nikare yekalî li rastiyan binihêre. Heger bi tenê li aliyê çê binihêrî wê demê neheqî li aliyê neçê dibe.

Me saleke din a tije xweşî û nexweşî jî li pey xwe hişt. Her çiqas xweşî li gûzekê û nexweşî li çokê jî bin, mirov nikare yekalî li rastiyan binihêre. Heger bi tenê li aliyê çê binihêrî wê demê neheqî li aliyê neçê dibe. Lewre rastiya jiyanê û bi giştî ya gerdûna em tê de dijîn, bi ti awayî ne yekalî ye. Lê xwezaya mirovî bi pirranî li gorî daxwaz û miradan teşe girtî ye. Heger mexsed û xwestek li gorî dilî pêk hatibin, mirov demê li gorî xwe dinirxîne û xwe serketî dihesibîne. Berevajiyê wê jî dibe sedema hestên têkçûn û wendakirinê.

Bêguman mebest ne ew e ku em li vir behsa tevahiya bipêşketinên erênî û nerênî yên par bikin. Jixwe dem û cih jî têra karekî wisa nake. lê bi giştî hin bûyer bûn sedem ku çend çîrok û serpêhatiyên gelêrî di hişê min de çirûskê vedin.

Yek ji wan, çîroka kefendiz e. Li gorî gotinên gotinbêjan, li welatekî kefendizek hebûye. Jixwe ji navê wî jî diyar e ku bi çi karî mijûl bûye. Piştî her diziyê, di nav gel de nerazîbûnên tije çêr û nifir belav bûne. Kefendiz jî tim ji wan re dibêje, “Hûn van gazincan dikin, lê dibe ku sibe yek rabe tiştên wisa bike ku hûn bibêjin; Rehma Xwedê li dê û bavê kefendiz be.”

Her wisa kefendiz li karê xwe û gel jî li nifir û gazindên xwe dewam kirine. Piştî kefendiz dimire vêca kurê wî dest bi heman karî dike. Lê kur ji bavî bêwicdantir e. Bi dizîya kefenan tenê namîne, di miriyan de sîx an jî singekî jî diçikilîne. Wê demê xelk wan gotinên kefendiz tîne bîra xwe û dibêje, “Rehme li dê û bavê kefendiz. Qet nebe wî ev karê kirêt û qirêj nedikir.”

Meseloka me ya duyemîn jî di serdemên pêxember Mûsa de ye. Helbet ev çîrok di nav gel de bi awayê mîstîk û pîroz tên gotin. 

Rojekê Mûsa di ber gundekî re derbas dibe û dibîne ku zarokên gund di bin germa havînê de xwe di golê de hênik dikin. Ji xwe re kêlîkê li wan dinihêre.

Dûvre dibîne ku xortek jî li kêlekê rûniştiye, destê xwe daye ber rûyê xwe û bi xemgînî temaşeyî wan dike. Mûsa jê dipirse ka ew çima tevli hevalên xwe nabe û xwe li avê nade. Piştre têdigihije ku xort kor e, derfeta wî ya avjeniyê nîne. 

Pêxember ji wir diçe serê çiyayê Tûrî Sîna û li gel Xwedê diaxive. Ji Xwedê lava dike da ku çavên xortî jî baş bike û ew jî tevli nav hevalan bibe. Xwedê dibêje, “Ya Mûsa divê tu dest nedî karê min. Helbet em her tiştî baştir dizanin.” Lê Mûsa israr dike û Xwedê jî lavayên wî qebûl dike. Lê jê re dibêje, “Tu yê sira di karê min de carekî din jî bibînî.”

Mûsa vedigere û tê ber golê vêca çi bibîne. Çavên lawik vebûne, vegeriyaye hespekî kihêl. Û di nav golê te sîxên tûj çîklandine, her zarokê dikeve avê bi birîndarî, bi qêrîn û hawar jê derdikeve. Wê demê pêxember ji Xwedê lava dike û dibêje, “Helbet tu her tiştî baştir dizanî!”

Çîroka Sêwî, Xoce Eliyê Misrî û Cihûyê Xeyberî jî yek ji wan çîrokên tije pend û şîret e. Rojekê yek dimire, kurê wî ku di çîrokê de weke ‘Sêwî’ tê pênasekirin, diçe cem Xoce Elî û dibêje, “Xoce, bavê min miriye, em hejar in, derfetên me yên rakirina wî nînin. Tu alîkariya me bike.” Xoce Elî hem kesekî alim bûye û hem jî dewlemend bûye. Xoce ji nişkê ve radibe û Sêwî dide ber şeqaman. Û dibêje, “Bavê te ewqasî deyndarê min bû, deynê xwe neda û mir. Niha jî bi ser de tu jî hatî û daxwaza alîkariyê li min dikî.” Û Sêwî diqewitîne. Ser û cilên Sêwî di nav heriyê de mane. Bi girîn û hawar berê xwe dide malê. Li rê rastî Cihûyê Xeyberî tê. Cihû bi destê Sêwî digire, guhdariya serpêhatiya wî dike. Piştre dibe ser û cilên wî dide şûştin, seranser wî nû dike. Diçe bavê Sêwî dide şûştin, bi heq dike û dawiyê diçe cem Xoce Elî deynê bavê Sêwî jî safî dike. Xoce Elî wê şevê radikeve, di xewna xwe de qesrek ji qesrên buhiştê dibîne. Pirs dike, “Gelo ev qesra xweşik û pîroz a kê ye?” Dibêjin, heta doh a Xoce Eliyê Misrî bû, lê doh bû ya Cihûyê Xeyberî.

Xoce şiyar dibe. baz dide diçe mala Sêwî û xwe davêje ber dest û lingên wî. Lê Êdî pirr dereng maye.

Vêca gava mirov dêna xwe dide halê ‘dinya û dinyalixê’ li gelek deveran kes û komên ku bi salan gazincan ji bindestiyê, ji neheqiyê û ji desthelatên bêwicdan kirine, gava dem û dewran ji wan re lêhatiye, bûne xwedan hêz û şiyan, wisa kirine û dikin ku gelên di bin rêveberiya wan de hezar caran xweziya xwe bi ‘kefendizên’ berê bînin.

Wan çîrok û meselên li jor mirov dikare li gorî her welatî jî veguhêze û li ser biponije.

Hewce nake mirov kes, kom û cihan bi nav bike.

Bi qewlê Kurdên Ermenîstanê, “Dîwaro te ra dibêm, bûkê tu guhdarî bike!”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.