Filistîn, Îsraîl û Kurd

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 22 Gulan 2021 - 04:12

Heger em behsa dîroka kevnar a ku di pêşengiya Seleheddînê Kurdî de mohra xwe li erdnîgara Filistînê dayî nekin, têkiliyên herî berbiçav yên Kurdan û Filistîniyan piştî salên 1980´yî dest pê dike.

Wê demê Filistîn li dijî dewleta Îsraîlê li ber xwe dida û herêm ji bo şoreşgerên cîhanê jî qadeke rakêşer bû.

Helbet ji Anatoliya û Kurdistanê berê jî çûna wê derê hebû. Mirov dikare şoreşgerên weke Deniz Gezmiş û hevalên wî di nav wê komê de bihejimêre. Lê ya ku bû sedema rûpeleke mîladwer a dîrokî, çûna serok û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê ye.

Çûna wan, li wir hêwirîn û bicihbûna wan beşeke girîng a ji dîroka şoreşa Kurdistanê ye. Heger îro ev tevger vegeriyaye bizaveke cîhanî, hinde bandor li welat û herêmê kiriye û şoreşa liberxwedan û nûvejînê pêk aniye, bêguman rista wê erdnîgariyê, karesat û serketinên li wê derê rûdayîn jî diyarker in.

Ew serhatiya li wir, ne hinde hêsan e ku mirov li ser biaxive. Lê belê, şahidên wê serdemê dikarin wan roj û şevên dijwar bi awayekî rastî veguhêzin.

Nivîskar û lêkolîner Alî Huseyîn Kerîm, yek ji şahid û kedkarên wê der û demê ye, wiha behsa bicihbûna şoreşgerên Kurd a li Lûbnanê dike.

"Li qada perwerdehiya leşkerî komeke di nav liv û tevgerê de bala her kesî dikişîne ser xwe. Ya balê dikişîne ser xwe ne rewş û lebata wan a perwerdehiyê ye. Ji ber ku li şûna çekan di destê wan de darên bêteşe hene û mîna tivingan bi kar tînin, dibin armanca balkêşiyê."

Belê koma şoreşgerên Kurd dixwazin weke her kes û koma ji derve hatîn li gel Filistîniyan perwerdeya leşkerî bibînin û ji bo raperinên şoreşî vegerin welatê xwe. Lê pêşengên wê demê yên Filistînî û bi giştî yên Ereb, li gel ku destûrê didin hemûyan, gava dor tê Kurdan bi awayekî neerênî radiwestin. Li dij in. Sedem jî eşkere ye. Têkiliyên pêşengên Filistîniyan wê demê bi dewleta Tirk re hebû û nedixwestin navbera xwe û wan xera bikin. 

Lê şoreşgerên Kurd bi zorê û bi têkiliyên dîplomatîk ên di navbera rêxistin, kom û dewletan ve wê derê vegerandin qada çavkaniya şoreşa Kurdistanê. Bi ser de jî gava Îsraîlê êrişê herêmê kir û Lubnan dagir kir, yên di eniya herî pêş de tevlî şerî bûn, ew koma ku nedixwestin destûra man û perwerdehiyê bidinê, bû. Di wî şerî de li gorî daneyên ji belge û şahidên bûyerê 11 şoreşgeran jiyana xwe ji dest da û 15 ji wan jî dîl ketin destê Îsraîlê. Di êrişa Îsrailê ya bejahî de berxwedêrên Ereb nekarîbûn şer bikin, pirraniya wan reviyabûn û gelek çeperên wan jî ji hev belawela bûbûn. Lê Kurdan heta dawiyê şer kiribû û berdêla wê jî dabûn.

Piştre PKK li wir ma û ji bo şoreşa Kurdistanê destketiyên dîrokî misoger kirin. Helbet di wê rastiyê de rista dewleta Sûriyeyê û têkiliya wê ya bi Sovyetê re jî girîng bû. Heger wê demê Sovyetê bi awayekî ne eşkere çavên xwe ji mayîna şoreşgeran re miç nekiriba, misoger wê ew pêvajo dijwartir meşiyaba.

Bûyer û rastiyên ku qedera gelan diyar dikin, ne yek alî ne. Niha yên ji bo Filistîniyan derdikevin qadan û qaşo histirên xwînî dirijînin û yên bi awayekî bêserûber wan ji tîren rexneyî re dikin armanc, bi ya min li paşxaneya wê rastiyê nanihêrin.

Gava em dêhna xwe didinê, yên xwe weke alîgir û hevrêyên Filistîniyan dibînin ji bo gel û welatê xwe tiliya xwe jî nalebitînin.

Ew wijdanê ku ji bo zarokên Kurd nalive û naêşe çawa dikare ji bo gelên din bigirî?

Lê li cem me mirov dikare her cûre sosretî û tewşiyê bibîne, ev jî yek ji wan e. 

Li aliyê din alîgirên Îsraîlê yên eşkere û veşartî jî hene. Ew jî di her merc û rewşê de dilê wan ji bo Îsraîlê lêdide û zikra wan jî li gorî wê encam dide.

Serpêhatiya dijwar a dîrokî ya bi serê gelê Cihû de hatî û rastiya dewleta Îsraîlê ya vê serdemê tevlihev dikin. Divê mirov ji bîr neke ka çawa Cihû hinde li rastî neheqî û zilma navneteweyî hatine, bi heman rengî Îsraîlê jî zilm û zordarî li Filistîniyan kiriye. 

Sekna pêşengên siyasî yên Filistînî ya ji bo doza Kurdistanê her dem bi pirsgirêk bûye. Têkiliya wan a bi Sedam re, helwêsta li dijî Komkujiya Helebce û heta îro jî ew durûtî dewam dike.

Em kes û komên di bin siya Erdoganê qatilê zarokên Kurd de dimeşin, esas nagirin. Lê yên welatparez divê kiryarên weke Komkujiya 1999´an a Berlînê ji bîr nekin. 

Divê têkiliya Îsraîl û DAIŞ´ê jî mîna çîrokeke dema bihurî neyê xwendin.

Daxwaza me di nav pergalekê de bi hev re jiyana her du gelan e. 

Û gotina dawî heger rondikên me hebin, tenê wê têrî girîna pakrewan û birîndarên me bikin. Bi hêviya ku li wir, li Kurdistan û li tevahiya dinê mercên jiyana mirovî pêk werin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.