Eşqiya hebûn 

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 29 Gulan 2021 - 04:01

Di dem û dewranên berê de eşqiya hebûn. Rêbir, şelandvan û cerdevan bûn. Navên wan bi tirsê re tevlihev dihatin gotin.  

Çaxê ez zarok bûm, li navenda Çarşiya Bedlîsê bi ser sivdera dikaneke solfiroş ve pêlaveke lastîkî ya qerase hilawestî bû. Gava em di ber re derbas dibûn, me bi sawdarî lê mêze dikir û zarokan digot, "Ev pêlava Misto (Kemal) ye." Ji ber ku sibe êvar di dibistanan de, di alavên ragihandinê û li her kuçe û qurederê de behsa mezinbûna wî dikirin, di hişê me zarokan de jî wisa bi cih bûbû. Ma ne asahî ye? Heger mirovek hinde mezin û bi ezamet be, kinc û pêlavên wî jî divê li gorî mezinbûna wî bin. Lê dûv re ji devê hinekan jî me bihîst ku ew pêlava Koçero ye. 
Wisa jî her gava jinmama min a rehmetî bi dengê xwe yê zîz û zelal kilama wî digot, her ew pêlava gewre dihat ber çavên min: "Koçero digot,

Elo lawo, hevalê xayîn, xayînê ji mala xayînan!" 

Kilameke wisa dilsotîner û xemgînî bû ku her cara Perîxanê digot, hêdî hêdî dibû îskeîska me zarokan. 

Di kilamê de ku serpêhatiya Koçero digot, Koçero qehremanekî serdemê bû. Li dijî xayîntî û neheqiyê çûbû çiyê. Heta carekê avêtibû ser mala fermandarekî ji artêşa Tirk û ji jina wî re gotibû, "Ez birçî me, xwarinê bide min." Jin xwarinê dide û fermandar jî li ber wî kemberbestî radiweste. Koçero jê re dibêje, "We çima xwarin da min? Fermandar dibêje, ji neçariyê."  

Li ser bersiva wî, Koçero hêrs dibe û dibêje, "Hey bê wijdan, ma gelê ku min li mala xwe dihewîne û nan dide min jî ne mecbûr in? Tu Çima heqaret û êşkenceyê li wan dikî?" 

Piştre Koçero Elo dikuje, herdu guhên wî ji xwîşka xwe Menîceyê re diyarî dibe û çîrok wisa dewam dike. 

Eşqiyayekî din ê li nevanda bajêr (Bedlîs) pirr behsa wî dihat kirin jî Evdilkerîmo bû. Wî jî gelek salan rêbirî kiribû. Evdilkerîmo, herî zêde bi şelandina karwan û wesaîdan behsa wî dihat kirin. Wekî mirovekî zalim û dijwar qala wî dihat kirin. Lê dûv re dev ji rêbiriyê berdide û vedigere nav gel. Diçe hecê, tobe dike û dizewice. Ya ku em zarok elaqeder dikirin jî helbet dîtina wî bû. Gelek caran me kaş û kendalên hevraza li ser hemama şîn, Hemtûsan û Awêxan dida hev û li pey şopa wî digeriyan. Li ku derê mêrekî mezin û bi heybet li rastî me bihata, me digot, "Ev, ew e." Û em direviyan. Niha nizanim ka me carekê jî ew dît yan na, lê di quncikeke hişê min de şopa wî rêbirî her mayînde ye. 

Piştre em mezin bûn û me sînema nas kir. Eşqiya êdî di salonan de li ser perda spî bûn. Di pirraniya filman de mirovên qenc bûn, alîkariya hejaran dikirin û li dijî zaliman têdikoşiyan. Wê demê dîsa bi tirsê re tevlihev hezkirineke me ji wan re peyda bûbû. 

Êdî me navên "Baba"yan jî dibihîst. Pirraniya wan li Stenbolê û gelek ji wan jî Kurd bûn. Îdrîsê Kurd, Baba Încî û helbet Laz jî di nav wan de hebûn. Li gel ku di nav karên nelirê de bûn û gelek ji wan bi karê tiryakfrioşiyê re jî radibûn, weke kujer û têtikêşên dewletê kar nedikirin. 
Piştî salên 70´yî dewletê komên gêncan li dijî yên şoreşger perwerde dikirin. Bi navên cûrbicûr yên weke TIT, Komandoyên Rastgir, MHP û wekî din ew bi çek dikirin û bi destê wan yên qirêj zanist û têkoşerên gelperwer qetil dikirin.  

Serokwezîrê wê demê Demirel ku cara yekemîn ew diparastin, ji bo cinayetên wan digot, "Na, ne rast e. Kes nikare bi min bide gotin ku rastgir mirovan dikujin." 

Piştî ku cûntaya leşkerî rasterast hewceyî bi wan nedît, ew jî li holê man. Vêca bi navê mafyaya rastgir, tax, kuçe û kolanên bajaran li hev parve kirin. Ji nav wan "reîs" derketin. 

Di heman demê de serhildana Kurd jî dest pê kir. Careke din derfeta nanê bi xwîn ji wan re peyda bû. Êdî di nav dewleta eşkere û veşartî de cihê wan yê girîng hebû.  

Niha yek ji wan ku di nav koma wan de, di kirêtî, kujerî û xwînxwariyê de nav û cih ji kesî re nehiştiye, bi eşkerekirina kiryarên xwe yên li gel rêveberên dewletê ve, pergal serûbinî hev dike. 

Ew bi pirranî ji aliyê raya giştî û kesên dijber ve ne babetên nû ne. Lê divê mirov li xwe mikur were ku Demîrel jî di nav de ti rêveberên wan bi qasî dîktatorê serdemê bê perwa ew neparastibûn.  

Û gotina wî ya ku gotî, "Hela li ku ye, wê çi bi bê serê we!" di guh û mêjî de zingînî dike. 

Heger ew eşqiya û rêbirên tirsê û Demirelê fetbaz serê xwe ji gorê rakin, misoger wê bêjin, "We ti rûmet ji qatil, rêbir û dizan re jî nehiştiye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.