Guhê gê

Yeko ARDIL nivîsand —

Yekşem 8 Tebax 2021 - 09:58

Heftêya buhurî li gelek deverên cîhanê ji ber germahiya zêde şewatên daristanan rûdan. Bi taybetî welatên xwedan daristanên xurt û germ ji wê bobelatê bi bandor bûn. Piraniya ew welatên navborî bi hemû derfetên xwe ve hewl dan ku wî agirî bitefînin û xisarê daxînin asta herî jêrîn. Li Tirkiyê rewş pir berevajî û tewş meşiya. Lewra dewleta Tirk a dagirker ku tevahiya derfetên xwe ji bo têkdana daxwaza azadiyê ya Kurdan û diziyê birêxistin kiriye, li hemberî vê bobelata xwezayî bê çare ma.

Wisa ku deverên wê derê yên herî bijare û ji geşta dinê re vekirî di nav çend rojan de vegeriyan dojehê. Hikûmeta ku di şerê li dijî Kurdan de ji her cûre terorê re sinoran nas nake, di vê babetê de vegeriya mişka bin gezikê. Daristan şewitîn, hemû candarên di nav de şewitîn, xan û malên mirovan şewitîn, ew deverên ku salê bi kewaran pere ji wan re dianîn seranser bûn êtûn û vegeriyan çolistanê. Ew rêveberên ku dinya bi sedan caran ji wan gotiye, ‘heyran mezinbûn û serkeftin ne bi kuştina mirovan, ne bi quretî û kuşpenetiyê, ne gotinên pûç û vala, lê bi jiyandina mirovan a di nav xweşî, başî, tenduristî û bextewariyê ve tê pîvan’ ji bo wan pênc pere nekir. 

Ew ji ya xwe nehatin xwarê û nayên jî. Wan her got, em hinde mezin û ezamet in, em serdar û serwerên Rojhelat in, em dinya dihejînin û di dawiyê de jî derewa çûna ser Heyvê pekandin. Ji ber ku ti caran heta hetayê giya di bin kevîrî de namîne û dûr an jî nêz rastî bi awayekî derdikeve holê, bûyerên dawiyê jî rastiya derewîn a dewleta Tirk jî raxist ber çavan. Niha bi hev ketine. Hevdu bi her cûre dijminahiyê tawanbar dikin. Di encama vê şerê navxweyî yê fîl û guran de mixabin Kurd di nav lingên wan de diperçiqin. 

Dewlet û artêşa dagirker a ku her roj û her kêlî daristanên Kurdistanê bi awayekî eşkere û vekirî dişewîtîne Kurdan bi agirberdana daristanên li Anatolyayê ve tewanbar dike. Li Cudî, li Gabar, li Çewlikê, li Hozatê, heta daristanên li Başûr bi bombe û gazên wan ve dibin arî û xwelî. Bi hezaran gund û bajarên sotandî û kavilkirî ji xwe weke şermezariya li ser eniya hemû welat û dewletên cîhanê disekine. Li gel vê rastiya dilsoj jî dibêjin ‘sedemê şewata li daristanên bajarên Egeyê Kurd in.’ Ha divê mirov di ser de gavan naêveje û bi bîr bîne ku ew bajar jî weke tevahiya Anatolya û Mezopotamyayê di dîroka rastîn de ne cih û warê Tirkan bûn. Tirkên wê serdemê yên di şerê yekemîn ê cîhanê de têkçûn gelê Rûm, Ermen, Siryan, Kurd û wekî din qir kirin, ji aliyê nifûs ve ew ji holê rakirin, dest danîn ser mal û xaniyên wan yên sedsalî, bax û bexçeyên wan, dar û daristanên wan dagir kirin. Li şûna wan girseyên ku bi eslê xwe ne Tirk lê ji bo gepek nanî û talanê amade bûn wijdana xwe bifiroşin li wan deran hatin bi cih kirin. Mixabin ew zihniyeta ji talanê hatî di nav demê de ti carî niştecih nebû. Niha bi awayekî zelal tê zanîn ku mîna gurên devbixwîn xwe ji qadên sotandî re amade kirine. Wê di çend salên bê de li şûna wan otêlên beton û hesinî ava bikin. Bi gotineke din ew erdnîgara ji Smîrna (Îzmîr) heta Culemêrgê ya ku weke bihûşta li ser rûyê zemînê ye bi destê wan barbaran vegeriya goristaneke ji ax û xweliyê.

Divê mirov rastgo be, ez ji şewata xwezayê, ji mirina heywanan û mirovan keyfxweş nabim, lê di vê navî de dilê min li ser lehiya Elbakê, daristanên Hozatê û herî zêde jî li ser Komkujiya Kurdên li Konyayê şewitî. 

Dêna xwe bidinê ew lehî, ew daristanên li Hozatê û Çewlikê ji xwe di medya dijminan de nebûn nûçe jî. Lê dil, wîjdan û hiş jî bi dorê ve kar dikin. Eger mirov xwe nexapîne û nehatibe xapandin divê wiha be. Gava tu ji bo xwe, ji bo gelê xwe û welatê xwe negirî û ji bo kesên din, nexasim ew dijminên hemû hebûna te bin, wê demê derdikeve holê ku di navbera te û dijminên te de têkiliyeke hestiyarî ya nexweşînê heye. Eger tu ji bo heft Kurdên bi awayekî hovane, bi sazkarî û bi plan hatîn qetilkirin naşewitî, lê ji bo Marmarîsa dagirkirî dilsoj î, ew tê wê maneyê ku sendromeke pêdivî bi dermankirinê li dar e.

Vê gavê nêçîra Kurdan li çarhêlê dest pê kiriye. Çete û mîlîsên Quvayî Faşîst bi çekan rê dibirin û Kurdan lînc dikin.
Balkêş e ku weke komkujiya li Konyayê di ti bûyeran de heta niha nehat dîtin ku Kurdek jî bi çek an jî wekî din dest bide berxwe. Baş e çawa dibe? Mirov çawa weke pezî, weke gorî û qurbanî stûyê xwe dirêjê kêra dijminan dike?

Mixabin ji bilî qada gerîla, li vir (Ewrûpa) û li giştiya Bakurê welêt rewşa me rewşa berxê li ber kêrê ye.

Divê em li xwe biwarqilin û hişyar bibin. Ji rewşa di guhê gê de derkevin. Qet nebe hinde bi hêsanî nebin pariya devê neyaran.  

Nexwe Parîs, Konya, Îzmîr û bi dehan komkujiyên din hîna wê gelek caran li benda me bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.