Hêvî Gabar û ‘Asîmanê li ser Berlînê’

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 31 Tîrmeh 2021 - 03:13

‘Asîmanê li ser Berlînê’ navê fîlma Wim Wenders e. Çîroka fîlm, li bajarê Berlînê derbas dibe. 
Di film de du firîşte (melek) hene û ew bênavber di nav mirovan de, di nav kolan, qunc û kuçeyên bajêr de digerin. Li jêr in û li jor in. Mebesta wan û wezîfeya wan alîkariya mirovan e. Demek wisa diqewime ku firîşte Daniel ji wê jiyana rutîn aciz dibe û meraqa mirovtiyê dike. Dixwaze ji wê çarenûsa bêdawî û bêsinor a firîştebûnê derkeve. Dixwaze mîna mirovan ew jî bisinor bijî û ji mirinê jî tam bike. Firîşte di encamê de wisa jî dike û tevli nav mirovên fanî dibe.Ew ê jî êdî ji çêja evînê bigir heta mirinê ji her cure xweşî û nexweşiyên mirovane tam bike.

Di ser koça Hêvî Gabar ango bi navê din Gulîstan Aksoy re salek derbas bû. Hey bajarê Berlînê, hey asîmanê li ser Berlînê te çi dît, çi nedît?

Ma kî li te nebû mêvan? Ji mirovên qenc û neqenc, ji firîşte û ehrîmanan, ji leheng û revokan, ji zana û nezanan hima bigir her cure mirovên ji welatê Hêviyê hatin li vê derê hêwirîn. Hin ji wan nekarîn bi demdirêjî barê vî bajarî hilgirin, hin ji wan qesta canê xwe kir, hin ji wan reverev berê xwe dan welêt li gel ku dizanîbûn mirin li benda wan e. Lê hin ji wan jî li vir man, serê xwe bi heftûheştên dinyayê re neêşandin, ji xwe re Berlînê weke nîmetek ango şanseke mezin dîtin û li gorî pîvanên wê tevgeriyan. 
Hin ji wan jî rûpoşek dan ber rûyê xwe. Gotin:’Em neçar mane xwe li vî bajarî bigirin, em jiyaneke şaş najîn, lewre jiyan bi xwe şaş e.” û wisa jî dil û wîcdana xwe rehet kirin.

Hêvî Gabar jineke ciwan a bê rûpoş bû, carna mirov digot qey mîna firîşte Danîel ji cîhana nayê dîtin li me bûye mêvan. Bazar û canbazî di ferhenga wê de nebûn.

Hêvî ya ku du salên xwe di bin asîmanê Berlînê de derbas kirin, weke miroveke birîndar a di nav mirovên mirî de jiya. Hîn di temenê piçûk de jî, ji wê jiyana mirî, ji pergala mirî, ji civaka mirî û ji cîhana mirî veqetiyabû. Digot: ‘’Ez pir zû hay jê bûm ku du cîhanên sereke yên ji hev cuda hene. Yek a çê û ya din jî a xeraban e. Pirs ev e ku ka tu ji kîjan cîhanê yî.” Riya sêyemîn an jî ya navîn qebûl nedikir, li gorî wê ew riya ku weke ne ji herdu aliyan tê xuyakirin jî di rastiyê de xizmeta xerabiyê dike.

Ew jina ciwan, narîn, nazik û nazenîn çawa wisa vegeriyabû şepaleke çiyayî? Ew destên bi qasê baskên kevokê zirav û bihîstiyar çawa rahiştibûn çekan? Bi wê bedena ku mirov hîç jê bawer nedikir bikare di zikê zinaran de xew bike, çawa karîbû di germîstan û dojeha Rojava de li serê dijminên mirovahiyê bibe bela? Ew çavên hingivîn çawa vegeriyabûn çavên bazekî û bûbûn seydvan?
Fermo guhdarî bikin: ‘’Ez li Bakur rojnamevan bûm. Her roj bi dehan caran telefona me lêdixist, gava min radikir yan agahiya kuştina mirovan bû yan jî sotina cihwarekî Kurdan bû. Min ji xwe re got, nabe Hêviyê tu yê heta kengê wiha weke karmendek li ser maseyê rûnê û qirkirina gelê xwe, şewitandina welatê xwe bikî nûçe?’’

Wisa jî biryara çiya dide. Di nav têkoşînê de qad namîne lê kar nekirî. Ne tenê li Bakur di zindanên dagirkerên Faris de jî dimîne. Êş û êşkence li qirikê ye. Lê ya ku herî zêde lê tesîr dike, heqareta jinekê ye. Ew jî rasterast dev diavêje Rêbertiyê û hema bigir her sibe bêexlaqî dike. Hêvî û hevalên xwe her car ew hişyar dikin lê feyde nake. Hêviya ku jin û têkoşîna jinê ji bo wê hinde girîng û pîroz e şerê bi jina faşîst re wiha neqil dikir: ‘’Ew sibe dîsa hat û gotinên rûreşî ji Rêbertiyê re kirin. Min xwe wenda kir û min hew dît ez mîna bazek li nav serê wê me. Ew qas jin hebûn nekarîn porê wê ji nav destên min derxin. Êdî heta em ji wir derketin ti kesî cesaret nekir, bê edebiyek wisa bike.’’

Lê mixabin Hêvî û hemû gelê wê jî wê esareta wî Rêberî ya ku ji çavên xwe pirtir jê hezdikirin jî jiyabana. Agir bi cegera hevpar girtibû. 

Hêvî Gabar wiha behsa wan rojan dikir û bîranîneke xwe ya sosret jî lê zede dikir:’’Em bi hezaran şervan ji bo çalakiyên fedaî amade ne. Her kêlî li benda êrîşê ne. Rojekê Oso hat cem min û bi awayekî dûrî exlaqê şoreşa me tevgeriya. Min serê xwe nû şûştibû û laçikeke sor bi ser porê xwe da kiribû. Ji min re got:’Tu wiha pir delal bûyî. Dişibî, Zara ya hunermend.’, ‘Ji nişkeve hiş ji serê min çû û ez qêriyam. Ez ne hunermend im, gerîla me, fedaî me. Mixabin ji darê diçin hezar şax!’’
Her gava behsa wê babetê dikir wiha digot:”Bi rastî jî mirov nikare bawer bike ku ew ji dê û bavekî ne û birayê Rêbertiyê ye. Baş bû ew û hevalên xwe reviyan, tevgera me ji wan paqij bû.”

Evîndara pakî û paqijiyê bû Hêvî Gabar, evîndara evînê bû. Ji cîhana firîşteyan ji bo demeke kin hatibû û dîsa li gerdûna bêsinor vegeriya. Dewsa lingên wê di dilê me de ma.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.