Hevpeyvîneke xeyalî 

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 24 Nîsan 2021 - 04:48

Ji bo bibîranîna Xalid Beg, Yusif Ziya û hemû şehîdên serdemê.

Rojnamevan li ser kurseyeke darîn rûniştîbû. Tîrêjên rojê ji kuleka banî ve xwe bi zehmetî digihandin û odeya teng piçekî jî be ronî dikirin.

Di wê kêliyê de kelacanê wî pirr rabûbû. Di serê wî de hezar hizir, fikar û raman tevlihev dibûn. Gelo wê ev hevdîtin çawa derbas bibe?

Bîstek şûnde kesê ku dixwest pê re hevpeyvînê bike ket hundir. Berê ew hîç neditibû, bi tenê ji wêneyekî wî, ew nas dikir. Di wêne de jî rûyê wî, simbêlên sosinî û kolosê wî yê hevrîşimî xuya dikir. Dema li ber ronahiya nîvçe li rûyê wî mêze kir, baş pê bawer bû ku ew e. Lê beriya vê hîç li bejna wî nepirsîbû. Gelo bi rastî jî bejindirej bû? Ji nişkê ve ew weke minareyeke zirav û direj dît, kincên leşkerî ew bêtir qeşeng û lihevhatî didan nîşan. 

Rojnamevan nema dizanîbû çawa tevbigere. Ji vê gavê ve hemû sazkariyên wî têk çûbûn. Li pêş vî mirovî nema dizanîbû çi bêje, peyv li ser zimanê wî bûbûn zinar. 

Di hundirê wî de hesteke hembêzkirinê ya agirîn peyda bûbû, lê wî ew taqet di xwe de nedît. 

Piştî kurtedemekê mirovê bi kincên leşkerî dawî li wê bêdengiyê anî: Bi xêr hatî xortê rojnamevan, salvegera we pîroz be!

Û dewam kir, fermo pirsên te çi ne, dema me zêde nîne.

Lê rojnamevan vegeriyabû peykerekî kerr û lal. Nema dikarîbû li deftera di destê xwe de jî binêre. Lewra dîsa mirovê leşker axivî: "Divê tu rehet bî. Ez gava fermandarê artêşê bûm, li ser hespê xwe gund û bajar digeriyam, kêliya li derekê rastî lîstika zarokan dihatim. Ji hespê peya dibûm û tevlî birr, kap û çaloya wan dibûm. Leşker û fermandarên Osmanî, jin û mêrên gundan hemû şênî diheyîrîn û li min dinihêrîn. Ez ne kesekî wisa bi heybet im. Rehet be."

Piştî hinde handan û cesaret dayînê, rojnamevan pirsa xwe ya yekem jê kir: "Ez dixwazim cenabê te nas bikim."

Fermandar girnijî û got, "Ez çîroka sed salan im, tu hê jî vê pirsê dikî."

Li min negire, lê derbarê te û hevalên te de agahî û belge nehiştine, yan jî pirr kêm in.

Rast e. Lê divabû we ew serdem baştir vekolaba. Kurê xelkê weke leşker hat Mûşê, bi tenê li ser kolosê min çîrokeke xweşik nivîsand.

Kurê xelkê?

Belê. Demîr Ozlû yê rehmetî Tirk bû lê karekî baş kir.

Belê ez dixwazim pirsa rêxistina we bikim, Azadî û bi rastî min meraq e, çima we jî mîna gelên din yên Balkanî û

Rojhelatî di heman demê de dest pê nekir? Di têkçûnê de derengmayîn gelo ne sedemek e?

Hemû miletên Misilman destpêkê bi heman hestî lebitîn. Tirk jî gava dihatin nav me destê mezin, alim û şêxên me maçî dikirin. Misto (Kemal) digot, "Ez leşkerê we me, ez benikê pêlava we me."

Hemû hevalên me her dem amade bûn, lê heta bêbextiya mezin baş dîtin dest bi tevgerê kirin. 

Yanî hêza leşkerî û ramanî, we nebû?

Gelek heval hebûn, pirraniya wan jî ji Tirkan pêşketîtir bûn. Ihsan Nûrî, Birayên Bedirxanî, Şêxên me, Ronî û wekî din.

Lê babet ne ew e. Heta Mihemed Emîn Zekî jî dibêje: Me hewl da em împaratoriyê rizgar bikin, lewra me weke ya xwe dizanîbû. 

Di nav navan de Ronî hebû, ew kî ye?

Ew Yûsif Ziya ye. Ji ber navê wî, min jê re digot, Ronî. Roniya min bû. Hevalê min ê jiyan û mirinê.

Çima Ronî? 

Maneya Ziya ronî ye û ew jî hêjayê wî navî bû.

Ji Erzirûmê heta Bedlîsê cenabê te anîn. Ewqas deşt, çiya, gelî gund û bajar, dikarî hindek behsa wê serpêhatiyê bikî?

Pirr dijwar bû…

Kesî deng nekir, kesî dest neda ber xwe?

Mixabin. Hinde êl û eşîr, mêr û mêrxas hebûn, lê ez di nav çend leşkeran de, bi wê tadayî û êşkenceyê, bi qeyd û lele heta Bedlîsê anîm.

Û dewam kir: Min ji axayê Norşênê re xeber şand. Ji min re çil zêran bişîne û wî jî çil zêr şandin. Ez çi ji zêran bikim.

Eger çar siwarên wêrek bihatana, wan ê ez ji destê dijmin bigirtana.

Baş e, te û Ronî ango Yusuf Ziya we hev du dît?

Belê me qaskî hev du hembêz kir. Ronî digiriya. Lê ne ji tirsa mirinê bû. Tu dizanî gava Mûsil û Kerkûk jî çûn, ew di meclîsê de pirr giriyabû. Henûn û dilzîz bû. Lê pirr wêrek bû. 

Ji kêf û eşqa hevdîtinê giriya.

Pistî evqas dem û dewran derbas bûn, ji bo têkçûnê...

Fermandar gotina wî birî: "Em têkneçûne xorto. Tevgera me niha jî dom dike. Ev serhildana ku şikandina wê ne pêkan e, ma ne dewama tevgera me ye?

Me li pêş sêdarê û lûleyên sar jî ji wan re got, ev li vir naqede.

Fermandar rabû, serê rojnamevan girt û bi singa xwe ve şidand. Wî jî ew bi hesret û heyranî hembêz kir.

Bîstek wisa bêdeng man. Rondikên Yûsif Ziya ango Ronî ji çavên rojnamevanî diherikîn.

Gava hat ser hişê xwe, serê wî li ser balifê bû. 

Balîf ji rondikan şil û hîna jî ji kaniya çavên wî diherîkin.

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.