Ehm Ewrûpa ehm!

Yeko ARDIL nivîsand —

Yekşem 11 Nîsan 2021 - 15:11

Li hemberî siyaseta dijmirovî ya dewleta Tirk peyva ku herî zêde mirov ji siyasetvanên Ewrûpî dibîhîse "Endîşe" ye. Ev siyasetvan û desthilatên ku xwe di nav cîhanê de herî nûjen, pêşketî û xwedan mafên mirovan dihesibînin, bi taybetî li hemberî hêzên ku nikarin li dijî wan rasterast û bi wêrekî derkevin bi kar tînin.

"Em bi endîşe ne" yan jî "di vî warî de endîşa me heye!"

Baş e, ev endîşe çiqasî bandorê li têkiliyên navdewletî dike? Va ye, ev siyasetvan di her hal û mercê neçê de ji bo dewleta Tirk û kirinên wê yên nemirovane, vê peyvê bi kar tînin.

Dewleta Tirk davêje ser girava Qibrisê, bi hezaran mirovan dikuje, êşkence dike û bi hezaran jî bêveger wenda dike, lê Ewrûpiyên me yên nûjen û hemdem pirr bi endîşe lê temaşe dikin.

Bi hezaran mirovên Kurd û Tirk ên daxwaza jiyaneke bi rûmet û mirovane dikin di encama cûntayên leşkerî û sivîl de tên qetilkirin, ew bi endîşe ne.
Êşkence tawaneke rûreşiyê ya li dijî mirovahiyê ye û vêna jî di qanûn û destûrên xwe de bi awayekî qewî bi cih kirine, dewleta Tirk jî ev îmze kiriye, soz û bext daye ku weke dewlet bi karekî wisa ranebe û rê jî nediyê. Lê ji avabûna komarê heta niha, ew kiryar weke karekî bingehîn tê kirin. Dinya tev de dibîne, bi hezaran, sed hezaran tesbît hene, lê Ewrûpî tenê bi êndîşeya xwe ya navdar, bi sînor dimînin.

Welatê Kurdan di bin rewşa koloniya jêrîn de ye, dewleta Tirk bi balafiran, bi tank û topan û bi her cûre endamên xwe yên li dijî rûmeta mirovahiyê hatine perwerdekirin, li her aliyê Kurdistanê terora dewletê dike, zarok û jin, kal û pîr ji hev cuda nake û wan dikuje, bi ser de jî aliyên din jî dagir dike, lê pêşketiyên cîhanê tim bi endîşe ne.
Heta vê demê, qaşo jî be, demokrasiyeke Tirkan li dar bû. Lê di bin nîrê vê desthelatê de ew jî ji holê rabû. Meclîs veguheriye xana pêxwasan û her tişt di nav herdu lêvên dîktatorî de dimeşe, lê ew bi endîşe ne.

Biryarên ku saziyên Ewrûpî yên bilind didin û dibêjin, we neheqî li wan kesan kiriye, divê demildest hûn wan berdin jî bi qasî pehniya sola rêveberên Tirk bi qîmet nînin, lê xem nake ew bi endîşe ne.

Di hefteyên dawî de li gel tevahiya êşkence, revandina mirovan û her cûre xerabiyan, zilma ku li parlamenterê HDP'ê Gergerlioglu hate kirin, li pêş çavên tevahiya cîhanê ye, lê endîşe dewam dike.

Salê bi hezaran jin tên kuştin, êşkenceya nav malbatî û li derve bê sînor dewam dike, lê endîşeya Ewrûpiyan hîç naqede, ew jî didome.
Vê carê rewş piçekî guherî û sîleya dewleta Tirk a dijmirovî û dijmina jinan li rûyê wan jî ket.

Niha di halê xwe de diqilqilin, niha di eyarên xwe de disojin, niha dibêjin, me çi xweliya heft gund û heft parzemînan bi serê xwe de kir û em ketin vê rezaletê.

Vê gavê Ewrûpa hemû li ser dîmenên Ursula von der Leyen diaxive. Rojname, medya dîtbarî û siyaservanên payebilind behsa wê serdanê û pêşwazîkirina jina Ewrûpî dikin.

Vê gavê ji nû ve kifş dikin ku bi kê re rû bi rû ne. Serokdewletê Îtalyayê bi devê xwe dibêje, Erdogan dîktator e. Lê di cih de Tirk bersivê didin: "Li dîroka xwe binêrin, li dîroka xwe!" Rast e, ew dîroka hev a qirêj baş nas dikin. Lewre, li hemberî hevdu hinde kerr û lal in.

Lê taqeta wan nîne bibêjin, "Belê, me jî di dîrokê de weke we barbarî kirin, lê em jê vegeriyan. Nikarin bêjin, qet nebe em li ser mirov û welatiyên xwe wê barbariyê nakin."

Wê demê ev encam derdikeve holê. Heger hûn ji bo berjewendiyên xwe biçin ber lingê dîktatorî û hûn pergala wî ya dijmirovî rewa bikin, ew jî wisa tîne bi serê we de.

Di dîroka protokol û dewletan de dîmenekî wisa kirêt û sosret nehatiye dîtin. Xanim von der Leyen li ser piyan û li benda mêrên bê xurûr maye. Gotin ji devê wê dernakeve, lal bûye. Bi tenê 'ehm' dibêje.

Ehm Ewrûpa ehm! Gelo hûnê heta kengê bi endîşeyên sexte tevbigerin? Hûnê heya kengê ji bo çend qirûş berjewendiyên ne rewa, rûmeta xwe têxin bin lingên pergala dîktatorên mêr ên cahil û nerind?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.