Çîroka veditîna êgir

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 6 Adar 2021 - 01:51

Ji bo bîranîna şehîd Halîl Şen...

Di wê şeva bi tirs û saw de ya ku baranê erd di nav lehî û limêştê de hiştibû, em pêrgî wê madeya sor hatin. Ji nişkê ve ber derê şikefta me ronî bûbû. Ronahiyeke wisa bû ku ne mîna ti ronahiyên heta wê demê me dîtî bû. Ya rastî hişê me jî hinde bipêşketî nebû û me tenê ji bo ronahî û germahiyê Xwedaya li jorê, bi navê din rojê nas dikir. Lê wê şevê di nav wê tofana bê dawî de ji asîmanê bi stûn ve pêtek xwe bera ber şikefta me dabû, li gel wê tofanê jî heta berbangê dewam kiribû û wê şevê di hiş û bîra me de weke rojeke nîşankirî mabû. 

Va ye, piştî wê şevê ye ku em êdî bê rawest û bê tebat ketin pey wê ronahiyê. Piştre me bi dar û keviran û her alava me bi dest xistî, hewla pêxistin û peydakirina wê bûyerê da. Heta me ji kevirî kevirheste çêkirin, çend sedsal derbas bûn. Lê piştî zeftkirina wî ku ew jî bûbû yek ji xwedayên me yên sawdar, em bi pêş jî ketin. Ji xwarin û xurekên me heta alavên me yên hesinî û bi sedan navgînên dîtir, bi saya wî ketin xizmeta me. Wisa ku wê rojekê pirr dûr ango piştî hezarên salan mirovên ji me zêdebûyî ev bûyer weke bipêşketina mirovahî û şaristanîye bi nav bikirina.

Helbet ew hêmana ku piştre me yê navê êgir lê kira, her tim ne di xizmeta me de bû. Gelek caran dibû sedema şewatan, daristanên me, şikeftên me, alavên me yên darîn û canê me jî dida ber xwe. Gava Xweda hêrs dibû yan jî me şaşiyek dikir, li me dihat xezebê. Li aliyê din ew ne tenê di destê me de ma. Kesên din ku ji me ne razî bûn yan jî dixwestin cerd û talanê bînin ser me jî bi wê çekê êrişê me dikirin. Her wisa em dikarin mîna Xwedayê ku başî xerabiyê di hundirê xwe de dihewîne jî bi nav bikin.
Ya rastî em nizanin bê ew çeka kujer kengê û çawa weke alaveke xwekuştinê di hişê mirovî de peyda bû. Tê gotin ku tevahiya xwekuştinan ji bo cezakirina kesên din e. Heger me zanîba ku dê rojekê were û neviyên me bi wan alavan ziyanê bidin can û bedenên xwe, belkî me hinde hewla vedîtina wan jî nedaya. 

Lê me ew ji bo jiyanê, ji bo rewşeke hêsantir û bilidtir a debarkirinê, ji bo xweşî û geşiyê girt destê xwe. Niha ev gerdûna ku îro mirovahî hinde li ser hikûmdar e, herî zêde bi saya wî ye. 

Li aliyê din ev alava bi pêt û bi hêz a kujerî di destê hinan de vegeriyaye xwedayên sawdar û bi tenê xerabiyan li ser me dikin. Dixwazin careke din me vegerînin destpêka şikeftên me, li gel ku ew jî li ser erdê dijîn, mîna me dixwin, vedixwin û mirov in, me weke xwe qebûl nakin. Emê di xizmeta miradên wan ên kirêt de bin. 

Lê ya ne rewa û ji kujeran hemûyan jî qirêjtir ew agirê di nav dilî de bû. Ew agirê ku ji aliyê qaşo kes û kûsên me yan jî birayên me ve di nav dilî de dihat pêxistin ji yên xeraban jî xerabtir bû. Lewre ew adet û hişmendî hîna di wê dema şikeftan de hebû û heta niha jî dewam dikir. Li gel hinde geşbûn û bipêşketinan jî me nekarî çareyekê ji wê şewatê re bibînin. 

Ew agirê neqencan, xwînmijan, mirovxuran ku me her carî ji ser bedena xwe dida alî, bi alîkariya hevkarên wan yên di hundirê me de dîsa li me vedigeriya. Behaneyên wan pirr bûn, heta hin caran ji yên me jî pirrtir bûn. Hin ji wan qaşo bûbûn dewlet û ji bo parastina dewlemendiya xwe em difirotin, hin ji wan ji bo têrkirina zikê xwe, hin ji wan ji bo bilindkirina payeyên xwe em bi gorî dikirin.

Û ew roja ku em hemû di nav şikefta xwe de bûn, min kirasê xwe yê parî parî ji tûrikê xwe derxistibû û nîşanî we hêjayan dabû. Belê ew roj ji bo min û ji bo we rojeke dîrokî bû. Lê we pê nezanî yan jî qîma we nehat ku hûn jî neynûkeke xwe bidin ber êgir. Bi salan ez giriyam, qîriyam, bi feryad û fîxan min li çoka xwe xist. Bi dehan reşbelek min nivîsandin lê feyde nekir. Bi kinahî min pişta xwe da kîjan dîwarî bi ser min de hate xwarê. 

Vêca ew agirê ku min li pêş birca bilind a qaşo şaristaniyê pêxistî, ne tenê li dijî xeraban û nokerên wan bû. Min şewateke bê dawî bera nav dil û wicdanê we yên temaşeker jî da. Bila ev jî cezayê we be. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.