Mafê şeva pêşîn

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 15 Gulan 2021 - 04:35

Helîm Yûsif di romana Sobarto de behsa serpêhatiyekê dikir ku ew behskirin wê demê bûbû sedemê gelek nerazîbûnan. 

Li gel ku Helîm Yûsîfî di berhemê de cih dabû gelek bûyerên dîrokî, civakî û çandî lê bi taybetî Rojavayî herî zêde bi teswîr û vegotinên cinsî aciz dibûn. Di beşeke romanê de xortên xama û gihiştî li ber derê dibistanê disekinin û gava zarokên piçûk ji dersê derdikevin, wan davêjin pişta piskilitên xwe û dibin çolê. Ango di çîrokeke din de xortekî bi tekereke piçûk re dikeve têkiliyê û tê de asê dimîne. Wê demê ji bo gelek kesan bûbû babeta namûsê û gelekan jî diranên xwe ji Helîmî re disutin.

Piştî îdîaya Taner Akçam berhema navborî di hişê min de ji nû ve zindî bû. Helîm li gorî xwe îşaret bi rastiyekê kiribû ya ku di nav civakê de sedîsed hebû, lê ji ber tabûbûna wê kes li ser nediaxî. Bûyereke ku ji destpêka dinê ve hebû û ne pêkan e bi milet yan jî civakekê ve bête sinorkirin çima hinde li zora Kurdan diçû?
Akçam di berhema dawî de dibêje: "Yek ji sedemên serîhildana Ermenan jî ´Mafê şeva pêşîn´ a axa û begên Kurdan bû."

Ev babet nûbû û ji ber ku di hundirê xwe de tabûyekê jî dihewîne di nav rewşenbîriya Kurd de bû sedemê erdhejînekê. Helbet nasnameya Akçam jî di vî warî de bi bandor e. Lewra Akçam heta niha di warê têkoşîna rewa ya Kurd û Kurdistanê de helwêsteke erênî nedaye nîşan. Ev jî bû sedem ku gelek Kurd bi tundî li dijî wî û îdîayên wî derkevin û şermezar bikin. Lê rastî û hela rastiya dîrokî li bertekên dilînî û bihîstyarî nanêre. Li holê rastiya komkujiya gelê Ermen heye û helbet gelên li herêmê mayîn jî ji wî sûcê dirokî ne bêpar in.

Wekî kesekî li Norşênê ji dayîk bûyî û têkildarê babetên civakî û neteweyî ez jî cara yekem bi wan îdîayan hesiyam. Di zaroktiya min de ya herî zêde bala min dikişand, navên gund û deveran ên li derûdora Norşênê bûn. Mişkan hebû û Avzût an jî (Pozê Avzûtê) ne tê de tev de Ermenkî bûn. Gelê ku mohra xwe li çiya, banî, dest û newalan dabû, li dû xwe bi tenê Îbrahîmê Artîn û Hecî Cewazê Misilmîn hiştibû. Hecî Cewaz wekî endamekî ji malbata me bû. Di dema komkujiyê de zarokekî piçûk bûye, dê û bav direvin, lê ew nexweş e. Ne pêkan e bi wî re bigihine Ermenîstanê. Şêx Mehmed Sidîq wî digire û di nav zarokên xwe de xwedî dike. Hecî Cewaz ku me jê re digot, "Mamo" û paşnavê me yê fermî jî lê bû, ji Misilmanan jî Misilmantir bû. Komek zarok û malbat jê zêde bûbûn. Di bîra min de çavên wî yên her dem xemgînî û ji girînê re amade, mane. Îbrahîm jî li gel ku misilman bû, lê tim bi bavê xwe "Artîn" dihat bibîranîn.
Divê mirov li xwe mikur were ku gava behsa rizgarkirina Apê Cewaz a ji mirinê dikirin, digotin, şêx karekî pîroz kiriye, lê ew pîrozî ji rizgarkirina canekî zêdetir, zêdekirina Misilmanekî bû.

Lewra gava apê min bi kesên ji eşîrên din re diket cengê gotina wî ev bû: "Lawo hûn du bavên xwe bihejmêrin, digihine Kiroyê Kesper. Ez du bavan şûnde digihime Hezretê Emer. Ez û we, em çawa yek in?"

Li aliyê din, derbarê komkujî û Fermana Filan de di serpêhatiya Gulê ya File û Mûsa Beg de jî gelek çîrok dihatin gotin û bi guhê zarokêkî, min jî li wan guhdarî dikir. Bi taybetî jî jinên "bavfile" yên bi Kurdan re zewicandî, babeta sereke bûn. Û diya min tim digot. "Divê mirov pirr qedrê wan bigire, lewra di nezera Xwedê de ew ji me jî çêtir in."

Di wan gotinan hemûyan de bi tenê carekê jî ez pêrgî babeta "Mafê şeva pêşîn" nehatime. 

Lê divê mirov nekeve xefika "min nebihistiye nexwe ne rastî" ye. 

Her wisa gelek kes û kesayetên mîna Garapêtê Xaco û Aramê Tigran ku hejmara wan ne kêm e, û ji aliyê Kurdan ve ji komkujiyê hatîn rizgarkirin jî di ti axaftinên xwe de behsa wê bûyerê nekirine.

Babetên cinsî û zayendî bi taybetî di nav civakên girtî de tabû ne. Gava serûvenperestekî wekî Helîm Yûsif şûrê xwe ber bi babeta zarokan ve dihejand, misoger navên meşhûr yên "oxlanciyên" gund û bajarên me jî dihatin bîra me. Lê li dewsa ku em li xwe mikur werin, me çêr li nivîskarî dikirin.

Di vê babetê de aliyê herî dilê mirovî xweş dike jî ev e ku heta niha ti kes yan jî tevgerên Kurdî li dijî rastiya komkujiyê derneketine. Pêşengên Kurd li xwe mikur hatine û tên. 

Li hemberî babetên weke "Mafê şeva pêşîn" jî divê mirov ne Akçam weke dijmin û ne jî Lazerev weke pirtûka pîroz bibîne. Derfetên lêkolînan naqedin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.