Silav li têkoşîna dayikên pîroz...
Maxsim Gorki yê weke pêşengê wêjeya sosyalîst tê qebûlkirin, li gel bi dehan berhemên xwe jî herî zêde bi romana xwe ya bi navê Dayik tê bibîranîn. Jina bi navê Pelageya ku destpêkê bawermendeke Mesîhî û dilsozê Çarê Rûsyayê ye, bi demê re bi bandora kurê xwe Pawel re vedigere kesayeteke têkoşer a şoreşa Cotmehê. Gorkî di romanê de rewşa çîna karker û gundiyan, rewşa pergala Rûsyayê ya wê demê bi hostatî li ser tabloya wêjeyê dineqişîne. Li gorî Gorkî "Mirov peyveke rûmetê ye" û ew jî şoreşê di keseyatiya kesên azadbûyî û bi rûmet de dibîne. Li gel ên azadbûyî û şervanên azadiyê Gorkî eniya sîxurî, beşên gel ên nezan, her wisa rewşenbîr û xwendekaran jî li ser tabloya xwe ya ku weke berhemeke cîhanî hatiye hesibandin, xêz dike.
Gava mirov bala xwe dide dayikên Kurd û têkoşîna wan a ji bo jiyaneke azad berhema navbirî jî di hiş û mêjiyê mirovî de zindî dibe. Vê gavê û di vê serdemê de yan jî sed sal piştî bûyera ku bûye babeta romanê, li welatê Kurdan bi hezaran dayik li çiyan, li kolanan, li zindanan li dijî pergaleke ji ya Çarê Rûs jî dijwartir, li ber xwe didin. Dayikên Kurd bi rehm û dilovaniyeke bê hempa, bi hêrs û rikeke kûr ya bê veger û bi biryardariyeke bê sînor di nav şerê azadiyê de ne. Rewş û xemla welatan her çiqas cuda û cirêheng jî bin, di naveroka wan de gelek xisûsên hevreng û hevbeş jî hene.
Her yek ji wan dayikên ku di bin Siwana Dayiken Şemiyê de ji salên notî ve li ber xwe didin, ne kêmî dayika Gorkî ne. Bi salan, di bin berf û baranê de, li dijî boran û tofana polêsên barbar ên Tirk de û li gel tevahiya mercên dijber jî ji doza xwe venagerin. Li zarokên xwe yên hatine wendakirin, digerin. Sax an jî mirî, goşt an jî hestî, xwelî an jî gor, her çi dibe, bila bibe, ew keç û lawên xwe dixwazin. Û ev têkoşîna ku li gorî hiqûqa herî dijwar jî rewa tê dîtin, li cem dewleta Tirk sedemê lêdan, êşkence û dadgehkirinê ye. Lê, ew vê carê jî di dadgehên bê edalet de li ber xwe didin.
Niha dayikeke din jî li wê doza pîroz zêde bûye. Dayika bi navê Emîne Şenyaşar, ev nêzî mehekê ye li pêş deriyê dadgehên dagirkeran e.
Dayika Emîne ji Pirsûsê ye. Pirsûs li herêmê weke "Embara Mêran" dihat binavkirin. Lê mamoste Herbijî yê gorbihuşt berî 20 salan gotibû: "Ew gotin êdî kevin bû. Pirsûs Embara Jinên şoreşger e."
Dayika Emîne doza çi dike? Çima hinde cegera xwe diperîtîne, qîr û hewarê dike?
Heta hilbijartina 18´ê Hezîrana sala 2018´an jî dayika Emîne û malbata wê weke hemû niştecihên Pirsûsê xwedî jiyaneke ji rêzê bû. Lê wê roja ku keriyên gurên har ên bi pêşengiya parlamenterê AKP´ê Halîl Ibrahîm Yildiz, bi ser dikana wan de girtin, jiyana wê jî ji binî ve guherî. Di nav bîstekê de mêr û herdû kurên xwe bi xwînxwariyeke nedîtî ji dest dan. Çete, gurên har û bi tevahî dewleta dagirker li wan hatin hev. Li welatekî ku di zindan, dadgeh û nexweşxaneyan de ewlehiya jiyanê nebe, bi ti awayî mirov nikare behsa edalet û hiqûqê jî bike. Kesên ji malbata dayîka Emîne jî li navenda nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Li gel ku bûyer ji çarşiyê heta nexweşxaneyê jî bi giştî li ber kamerayan rûdaye jî, mixabin yek ji wan dîmenan jî bi dest neket. Gurên har li cihên xwîn rijandin, tevahiya delîlan jî xerab kirin û ji holê rakirin. Bi ser de jî ew hatin sûcdarkirin, ew tên dadgehkirin, êşkence li wan tê kirin.
Gelo hêviya dayika me çiqas ji pergala dagirker û ji dadgehên wan heye?
Li gorî min ew jî baş pê dizane, lê ew li edaleteke bê dawî digere, ew li wicdan û merhemeta mirovahiyê digere, ew li pişt û desteka gelê xwe digere. Weke nimûne; rojekê mirovek ketiye destê çend kesan û bê eman li zikê wî didin. Ew jî bi her derbê re dibêje, "Ay pişta min!"
Yên lêdixin jê dipirsin: "Em li zikê de didin û tu dibêjî ay pişta min,
ima?" Mirovê ji hal de ketî dibêje, "Heger pişta min hebûya, we nedikarî li zikê min bixin!"
Tu û hûn ne bi tenê ne dayikên dozdar û têkoşer.
parvê bike
Nivîsên Yeko ARDIL
15’ê Sibatê çîroka her kesî ye
19 sibatê
Dîwaro te ra dibêm…
7 Çileyê
Dîwar(ên) Berlînê
14 tebaxê
Guhê gê
8 tebaxê
Hêvî Gabar û ‘Asîmanê li ser Berlînê’
31 tîrmehê
Deniz Poyraz çi ji me re hişt?
26 hezîranê
"Bo Dîrokê" kîjan dîrok?
12 hezîranê
Eşqiya hebûn
29 gulanê