Xwîşk û bira an jî şîn û şahî

Yeko ARDIL nivîsand —

Şemî 3 Nîsan 2021 - 00:02

Hefteyeke mîna bahozê derbas bû. Berê xwe bidinê çiqas bûyerên dîrokî hatin bibîranîn, çiqas kesayetên navên xwe li ser rûpelên dîrokê nivîsandine, di ser pira rojeva me re derbas bûn. Li aliyê din di nav wê hefteyê de jî gelek bûyer qewimînê hind kesayetên girîng ji nav me barkirin û em mîna ku dê dinya ji me re bimîne li dû wan xemgîn bûn, giriyan. 

Li aliyekî jî di serî de li Elmanya û li tevahiya cîhana mesîhî Cejna Osternê tê pîrozkirin. Ev cejn ji bo mesîhiyan pir girîng e. Lewre wisa bawer dikin ku piştî çarmixkirinê roja vejîna Mesîh e. Di vê cejnê de jî rojî û perhêz hene, boyaxkirina hêkan û pîrozbahiyên cûr bi cûr her weke cejnên olên din jî cih digirin. 

Îsal ev cejn di bin siya pandemiyê de tê pîrozkirin. Li gelek welatan seremonî û rîtûelên pêwist wê pêk neyên, lê dîsa jî hewaya wê li dar e. Li dikanan hêkên rengandî, kulîçe û şîraniyên cûr bi cûr yên cejnê darîçav in. Ev cejn li cem her gelî bi navekî din tê pênasekirin, Elman dibêjin Ostern, Siryan weke Akîtû bi nav dikin û li deverna jî weke Cejna Hêkesorkê jî tê zanîn.

Di rojeva Kurdan de helbet Hefteya Qehremaniyê hebû. Rojên ku teqabûlê şahadeta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Egîtê Mezin dikin ji aliyê Tevgera Azadî û piraniya gelê Kurd ve weke Hefteya Qehremaniyê tê bibîranîn. Ev rojên dîrokî jî eynî weke rojên cejna mesîhî him bi xemgînî û him jî dilşadî ne. Mesîhî ji ber çarmixkirina Îsa di van rojan de xemgîn in. Lê ji ber ji nû ve zindîbûna wî jî dilşad dibin. Bala xwe bidinê Kurd jî bi heman hest û hizrî tevdigerin. Wendakirina qehremanên dîrokî her dem cihê daxê ye, lê ji ber ku wan bi mirinên xwe ve jiyana nû afirandine jî dibe sedem ku bi şanazî û dilşadî bêne bibîranîn. Şîn û şahiya Kurdan her wisa berdewam bû. Bi nûçeya wefeta Keremê Seyad û Qedrî Xoce ve ew xemgînî gihişt asteke bilind. Kerem dengê bavê zarokatiya min bû. Di du saliya xwe de ji aliyê kesên nemerd ve em bê bav hatibûn hiştin û dengekî mêrî di malê de ji bo me sedemê bextewariyê bû. Di wan şevên tenê û xembarî de dengê Kerem mîna sewta bavekî henûn û bi rehim li ber guhên me diket. Sala 1997’an li Înstîtûta Stenbolê li mêrekî navsere rast hatim. Dengê wî bi min pir nas bû. Piştre me hevdu nas kir. Ew dengê pir nas û bavînî dengê Kerem bû. Ji bo radyoyê li gel rêveberên înstîtûtê axivî. Me jê pirs kir bê ka ew ê çawa derbas bike û bikare li Erîvanê belav bike? Apê Kerem got: ‘Meraqa mekin, bizin bi dizî teke dibe, lê eşkere dizê.‘ Oxira te be xwediyê dengê li dinê mayî. 

Yek ji hêjayên bê dem hate wendakirin jî Qedrî Xoce bû. Li gel ku ew mamosteyê zanîngehê jî bû hezkiriyên wî pênaseya Xoce ji bo wî bikartînin. Ew jî herhal ji ber baweriya wî ya olî ye. Di wan kêm zêde bîst salên dawî de li gel pêşketina eskerî, siyasî û çandî di warê zanistiyê de jî geşbûnên girîng li cem Kurdan rûdan. Gelek Kurdên xwenda di warê dîrok, sîyaset, çand û wêjeya Kurdî de gihiştin asta bilind. Ev jî cihê dilşadiyê ye. Lewra wendakirina Xoce bû sedemê xemginiyê. Gotina wî ya: ‘Ezê li cîhana din bi singa we bigirim û hesabê ji we bipirsim!‘ Di hişê me de ma. Hêvîdar im niha gihiştibe wê armanca xwe.

Dîsa xemgînî û şahîyeke din jî bi nivîsa li ser Xelîlê Çiyê ve bi ser rojeva me de barî. Xelîlê ku şoreşgerî û hunermendiyê li serê çiyan ji nû ve afirandibû, di nivîsa Nurdogan Aydogan de ji nû ve di bîr û hişê me de vejiya. Dîroka cîhanê heta niha bi kesayetên piralî yên şerê çekdarî kirine re rû bi rû maye. Hozan, şaîr, nivîskar û hunermendan li serê çiyan karîne şer û hunera xwe pêk bînin. Lê sînemaya Xelîl xaleke girîng li wê babetê zêde kir. Ez bawer im eger Xelîl ne Kurd bûya û ne ji vê tevgerê bûya niha bûbû babeta gelek lêkolînan. Lê weke gelek aliyên Kurdan cîhan û medya serdest wî jî jinedive tên. Dîsa jî em baş dizanin ku giya di bin kevîrî de namîne û zû an jî dereng wê cîhan ji wî jî haydar bibe.

Em rojevê tev didin û pîrozbahiyên rojbûna Key Yilmaz Gûney xuya dikin. Nêzde jî ya Rêber Ocalan e. Gelo ev meha nîsanê xwedan taybetiyek e an jî tesadûfî ye ku hinde mirovên navdar tê de hatine dinê?

Li welatê me hê jî şîn û şahî mina xwîşk û bira ne. 

Li gel tevahiya xemgîniyan jî em baweriya xwe ya bi rojên xweş û rizgarbûyî wenda nakin. 

Cejna bawermendên mesîhî pîroz be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.