- ‘’Em dibêjin heps wijdanê civakê ne. Di vî warî de li hemberî wijdanê xwe em hinekî ne hesas in. Nivîskarên li derve jî çend pirtûkên nivîskarên girtî didin nasîn? Ev gelekî bala min dikişîne.’’
CEYLAN ŞAHÎNLÎ / MA/AMED
Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) di sala 1981’ê de 15’ê Mijdarê weke “Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê” îlan kir. 15’ê Mijdarê, ji bo balê bikişîne ser rewşa nivîskar û rojnamevanên li gelemperiya cîhanê ku li girtîgehan îşkence li wan tê kirin, her sal weke “Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê” tê bibîranîn.
Nivîskar Herdem Merwanî diyar kir ku di Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê de hêj gelek nivîskar ji ber nivîsên nivîsandine di hepsê de ne û ji her kesî xwest ku li nivîskaran û berhemên wan xwedî derkevin.
Nivîskar Mûrat Saat sala 2017’an dema 21 salan di hepsê de bû, ji ber ku dilê wî sekinî, Mustafa Ozenç ê ku di 12’ê Îlonê de hatibû darvekirin û Nîbel Genç, Menaf Osman, Selahattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Mûrat Turk, Îlhan Samî Çomak, Hecî Nehsan, Gulazer Akin û Rojbîn Perîşan tenê çend ji wan in.
Yek ji van nivîskaran jî rêvebera PEN’a Kurd, nivîskar Herdem Merwanî ye.
Heps ji bo wê bû dibistan
Merwanî 12 salî bû ji ber sedemên siyasî hate girtin û li hepsên Mûş, Xarpêt, Riha, Sêwas, Êlih û Amedê ma, ji ber ku bavê wî Abdulhalîm Kirtay kesayetekî naskirî û hezkirî bû, bi stranên dengbêjên ku gelek caran dihatin mala wan, bi huner re elaqedar bû. Wê Şakiro jî dîtiye, lê ji ber ku gelekî biçûk bû, nayê bîra wê: “Me hertim li stranên wî guhdarî dikir.
Ez çiqas mezin bûm, min ew qas jê hez kir. Dayika min ji me re qala bibîranînên me yên bi wî re dikir. Hezkirineke min a kûr ji bo wî hebû. Ji ber vê yekê min ji dengbêjiyê hez kir.” Merwanî diyar kir ku dema ew ket hepsê, berê xwe da wêjeyê û dema ciwan bû dest bi nivîsandinê kir û anî ziman ku girtîgeh ji bo wê tê maneya “dibistanê”.
Helbesta ewil ‘Çûka azad’
Merwanî dibêje, heps ji bo wê bû cîhaneke gelek cuda: “Mixabin piştî ku wê demê ketim hepsê, min derfet nedît ku li dengbêjan guhdarî bikim. Hestên min pirr zêde bûn. Ji ber vê yekê min berê xwe da wêjeyê. Min bi helbestê dest pê kir.
Di zindanê de min mirovên ku bi rastî jî xweşik bûn û dilsozê wêjeyê bûn, nas kirin. Fatma Savcı, Mizgîn Ronak çend ji wan helbestvanan e ku di hepsê de dest bi nivîsandina xwe kirine. Min helbesta xwe ya destpêkê bi Fatma Savcı re nivîsand. Navê helbesta me ‘Çûka azad’ bû . Dibe ku helbest wisa nehatibe nivîsandin, lê ev tecrubeya me ya yekem bû û me bi hev re nivîsand.”
Bi bavê xwe re li hepsê
Merwanî dide zanîn ku sala hatibû girtin, bavê wê jî hatibû girtin û ev 30 sal in di hepsê de ye. Merwanî dibêje, girtina bavê wê bandoreke mezin li wê kir: “Ez û bavê xwe bi hev re li Êlihê di hepsê de man û hefteyê carekê me dikarî hev bibînin. Bavê min gelek girîngî dida kurdbûnê û Kurdî. Her tim li derdora wî dengbêj û stranbêj hebûn. Gelek ji hunerê Kurdî hez dikir. Bandora wî her tim li ser min bû. Ez di hepsê de jî bi bavê xwe re bûm. 2 caran hatin berdan û dîsa girtin.
Bavê min jî carekê hat girtin û wisa ma. Îro jî ew girtiyekî nexweş e.”
Di hepsê de nivîskarî zehmet e
Merwanî di heman demê de behsa zehmetiyên nivîskarbûna di hepsan de jî kir: “Carinan ji bo ku tu binivîsî, tu pênûs û kaxizê jî nikarî peyda bikî. Gelek caran ji ber sirgûnan, tiştên tên nivîsandin winda dibin. Min heta îro 2 pirtûk nivîsandine, lê rêveberiya hepsê pirtûka min a destpêkê winda kir. Lê dîsa jî tu dest ji nivîsandinê bernadî. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî xebateke gelekî baş tê kirin.”
Merwanî dixwaze berhemên ji hepsan, li derve bê xwedî nemînin: “Dema pirtûk yan jî nivîs ji hepsan derdikevin, mijareke rexnedayînê ye ku zêde li ser nayê sekinandin. Ew pirtûk bi salan di pirtûkxaneya wêjeyî de ne. Mixabin xwedî li wan nayê derketin. Lê belê divê li van berheman xwedê derkevin. Em dibêjin, heps wijdanê civakê ne. Di vî warî de li hemberî wijdanê xwe em hinekî ne hesas in. Nivîskarên li derve jî çend pirtûkên nivîskarên girtî didin nasîn? Ev gelekî bala min dikişîne. Van mirovan ji bo me dest ji azadiya xwe berda. Yekane tişta ku em bikin ew e ku xwedî li wan derkevin, lê gelek caran em wê jî nakin.”