Xiyanet di tariya şevê û rohniya bêşermiyê de 

Çarşem 7 Îlon 2022 - 04:42

  •  Çekdarên PDK'ê bi hevkariya dewleta Tirk 2 gerîlayên azadiya Kurdistanê li devera Xelîfanê şehîd kirin û 3 jî bi birîndarî êsîr kirin. Vê xiyaneta PDK'ê di çapemeniya wê de eşkere cih girt.

Pêr bi şev nûçeyên li ser avêtina hin mûşekan li devera Xalîfanê ya Soranê pêşî di çapemeniya ser bi PDK´ê de belav bûn. Piştre eşkere bû ku droneyên dewleta Tirk 4 caran bombe li gerîlayên azadiya Kurdistanê barandine û çekdarên PDK´ê jî paşê êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê kirine. Vê carê kemîn dîsa di tariya şevê de bû, lê rohniya bêşermiya çapemenî û daxuyaniyên rayedarên saziyên PDK´ê de bû. Du gerîlayên azadiya Kurdistanê hatin şehîd kirin û li gorî agahiyên dawî 3 gerîlayên azadiya Kurdistanê jî birîndar hatine êsîrkirin. 

Li Xelîfanê careke din çekdarên PDK’ê yên li herêmê îstîxbarat dan dewleta Tirk û kirin ku êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê bikin. Di encama êrişa hewayî de 2 gerîla şehîd bûn û 3 gerîla jî birîndar bûn. Ragihandina PDK’ê jî di nûçeyên xwe de piştrast kir ku hêzên PDK’ê êrişî gerîla kirine û gerîlayên birîndar ketine destê hêzên PDK’ê.

Pêr piştî ku reş kete erdê, saet di navbera 19.30 û 20.00’an de komek gerîla ya ji 5 kesan, a ku li herêma Xelîfanê dixwest ji herêmekê derbasî herêmeke din a gerîla bibe, rastî êrişa balafira bêmirov a Tirk hat.

Li gorî çavkaniyekî taybet yê li herêmê ji Rojnewsê re ragihandiye, çekdarên PDK’ê yên li herêmê agahiyên îstîxbarî dane balafira Tirk û wan jî ji jor ve li gerîlayan xist. Di encama êrişa hewayî de du gerîla şehîd dibin û 3 gerîla jî birîndar bûne.

Çavkaniyê diyar kir 3 gerîlayên ji êrîşê sax filîtine, çekdarên PDK’ê dor li wan digirin û PDK hewl dide wan dîl bigire. Lê gerîla teslîm nebûnê û bersiva êrişa PDK’ê dane. Di encama êrişa PDK’ê de, 3 gerîla bi birîndarî êsîr dikevin destê çekdarên PDK’ê.

Ragihandina PDK’ê jî di nûçeyên xwe de lê mikur hat ku hêzên PDK’ê êrişî koma gerîlayên azadiya Kurdistanê kiriye. Ragihandina PDK’ê dibêje, ji hêzên ewlekariyê (PDK) ti kesek birîndar nebûne. Li gorî ragihandina PDK’ê 2 gerîla şehîd bûne û 4 jî bi birîndarî êsîr ketine destê hêzên PDK’ê. Lê agahiyên ji çavkaniyên deverê didin zanîn ku 3 gerîla bi birîndarî êsîr bûne. 

Çekdarên PDK’ê bi ti awayî nehiştin ku ragihandin nêzî cihê bûyerê bibe. 

 

Di 3 kemînên PDK’ê de 11 gerîla şehîd bûn

Ev ne kemîn, xiyanet û êrişa yekê ya hêzên PDK´ê ya li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê li devera Xelîfanê bû. Beriya niha di encama du êrişên PDK’ê de 9 Gerîlayên Azadiyê şehîd bûbûn. Tevî hewldanan hemûyan, heta niha PDK´ê cenazeyê gerîlayan radestî malbatan nekirine.

Êrişa yekem a li vê deverê di 26’ê Tîrmeha 2021’ê de pêk hat. PDK´ê li Xelîfanê kemîn danî pêşiya 3 gerîlayên HPG’ê yên bi navê Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan. Di encama êrişa hovane ya PDK’ê de 3 gerîlayên azadiyê şehîd bûn.

Di 28’ê Tebaxa 2021’ê de jî PDK’ê komek ji gerîlayên HPG-YJA Star’ê ya ji 7 kesan li ser Ava Zê ya Piçûk xist kemînê. Hêzên PDK’ê bi çekên giran êrişî gerîla kiribû û di encamê de 6 gerîlayên bi navê Tolhildan Raman, Şoreş Mardîn, Axîn Mezrê, Şoreş Colemêrg, Brûsk Munzur û Serdem Cûdî şehîd bûbûn. Ji êrişê gerîla Heqî Zîlan sax filitîbû û piştî çend rojan xwe gihandibû yekîneyeke gerîlayan.

Tevî bangên HPG’ê û Rêveberiya Tevgera Azadiyê jî PDK’ê rasterast li xwe mikûr nehat ku wê ev komkujî li ser Ava Zê ya nêzî devera Xelîfanê kiribe. Lê piştî ku gerîla Heqî Zîlan gihîşt herêmên gerîla û ji çapemeniyê re axivî, bûyer zela kir: “Piştî me çem derbas kir, em hinekî li ser keviya çemî rawestiyan. Şehîd Serdem Cûdî li pêş bû û yek ji rêzanan bû û li pişt wî jî Şoreş Colemêrg, Şoreş Mardîn, Tolhildan, Axîn û Birûsk hebûn û ez jî li dawiyê bûm. Em li gorî qanûnên meşê yên gerîla tevgeriyan. Em hîna 100 metreyî ji keviyê çemî bi dûr neketine, bi çekên giran ji girên derdorê û bêyî tu hişyar bikin, gule li me reşandin. Wê demê em li herêmeke deşt û rût ya bêparastin bûn.”

Hingê nûçeyeke ANHA’yê dabû zanîn ku çeteyên Roj jî di nava êrişa dijî gerîlayan de cih girtibûn. Heman nûçeyê dabû zanîn ku fermana kemîn avêtina pêş gerîlayan, Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî û berpirsê Pêşermgeyan yê wê herêmê Dilovan Rûbar dane. 

 

Cenaze jî nedan!

Malbatên gerîlayên bi destê PDK’ê şehîd bûne, li Rojavayê Kurdistanê li dijî komkujiya PDK’ê û nedayîna cenazeyan çalakiya konvedanê li ber deriyê Sêmalka-Pêşxabûr dabûn destpêkirin. Çalakiyê 111 rojan dewam kir. Tevî bangên raya giştî ya Kurd û xelkê Rojavayê Kurdistanê jî PDK bêdeng ma. Dayîkên aşitiyê 3 rojan çalakî li ser pira navbera Rojava û Başûr de li dar xist, li cihê guhdariyê li daxwazên dayîkan bikin, astengî derxistin. PDK´ê piştî vê jî êrişê çalakiya ciwanan ya li dijî komkujiyê kir û ambargo danî ser Rojavayê Kurdistanê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.