Xêzkirina Şoreşa Rojava

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Hezîran 2022 - 03:59

  • Their Blood Got Mixed kitêba Janet Biehl  ya yekê ya xêzeroman e.

Janet Biehl ji bo derxistina kitêba Their Blood Got Mixed: Revolutionary Rojava and the War on ISIS (Xwîna wan têkel hev bû: Rojavaya Şoreşger û şerê li dijî DAIŞ´ê) bi xwe wêneyên gelek şoreşgerên Rojava xêz kirine.

Janet Biehl esas xêzên di vê kitêbê de di serdanên xwe yên bi mehan ên li Rojava, xêz kirine. Kitêb behsa wê dike ka şoreşa li Rojava çawa bi pêş ketiye û tesîrên şoreşê û yên şerî li ser civakê çi ne. Bi ya wê, şerî tevî aliyên xwe yên xirab, kiriye ku piştevaniha civakî di nava xelkê deverê de zêde bibe û rê veke li ber civaka pirr etnîk û di warî cinsiyeta civakî de azadkirî. Navê kitêbê jî ji gotinên mirovekî ji Kobanê ye: Xwêna me têkel hev bû. 

Janet Biehl hunermend û zanyareke serbixwe ye. Wê heta niha gelek kitêbên tevgera rizgariya Kurdistanê yên bi Elmanî jî wergerandine Ingilîzî. Their Blood Got Mixed kitêba wê ya yekê ya xêzeroman e. 

16´ê Hezîranê Janet Biehl wê tevî Emek Ergun li DYE´yê vê xêzeromanê bidin nasîn û behsa Şoreşa Rojava bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.