Xeta sor Rêbertî ye

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 4 Îlon 2023 - 08:56

  • Kurdên li Ewrûpayê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li gelek bajaran protesto kir û got, “Rêbertiya me xeta me ya sor e.

Kurdan û dostên wan li bajarên Elmanyayê Berlîn û Hamburgê û li bajarê Fransayê Strabourgê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan rûreş kir û xwest azadiya wî ya fizîkî pêk were.

Çalakiya li Hamburgê bi beşdariya sedan kesî bi slogana “Azadî ji Ocalan re statu ji Kurdistanê re” bi rê ve çû. Çalakiyê ji pêşiya Gara Navendî ya Trênan a Hamburgê dest pê kir.

Parlamenterê berê yê eyaleta Hamburgê, ji partiya Die Linke Martin Dolzer ji xelkê re axivî û bal bire ser têkiliya di navbera tecrîdkirina Rêber Ocalan û siyasetên şer de û got, “Em dixwazin tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yên  di hepsê de bê kirin. Em dixwazin şert û mercên tecrîdê bên bi dawîkirin. Lewma bi tecrîdkirina li Îmraliyê re zêdebûna siyasetên şer ên hikûmeta AKP´ê pêk tê.”

Martin Dolzer bang li dewleta Elman jî kir da ku “destekê nede siyasetên êrişkar ên dewleta Tirk.”

Hevseroka FED-DEM´ê Sebahat Erginê jî got, “Gava em behsa Rêbertiyê dikin, em behsa azadiya jinan û ya civakê dikin. Em behsa jiyana azad dikin. Lê belê em têra xwe xwedî li Rêbertiya xwe dernakevin. Ev 24 sal in ew di nava çar dîwaran de li ber xwe dide. Ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe.”

Piştî meşa du kîlometreyan li meydana Axel-Springer-Platzê, li ber avahiya rojnameya Bildê Kurdan û dostên wan çalakiya xwe bi dawî kir. Beşdarên çalakiyê ji me re peyivîn.

Mehmet Pilsin

Mehmet Pilsin ê 23 salî ji navçeya Mêrdînê Dêrikê ye. Ew dibêje, “Em bifikar in ji bo jiyana  Rêbertiya xwe. Em nizanin ka ew sax e yan na jî. Lazim e em ji bo Rêbertiya xwe bêhtir têbikoşin, lewma wî em ji tine çêkirin û ji nû ve danîn ser dika dîrokê.”

Halîse Sevinç

Ahmet Sevinç, Halise Sevinç û Yusuf Sevinç xwişk û bira ne û ji navçeya Şirnexê Hezexê ne. Ji wan Halise dibêje, “Hem weke Kurd, hem weke dildarên Ocalan, ji bo ku em erka xwe ya welatparêziyê bi cih bînin û dilsoziya xwe bi Rêbertiya xwe re îfade bikin, em hatin vir. Hişyarbûna jinan li Kurdistanê bi fikrên Rêber Apo dest pê kir. Weke jin û weke gelê Kurd lazim e ji her demê bêhtir em xwedî li fikrên Ocalan derkevin.”

Dayê Xeysa

Dayê Xeysa jî li çalakiyê bû. Tevî nexweşiyê û pîrbûnê, ji Bremenê hatibû û tevlî çalakiyê bûbû. Dayê Xeysa dayika şehîdan e. Ew gazinan dike ji ber ku çalakî weke berê ne mişt û qelebalix e: “Berê dilsozî bêhtir bû. Têkiliyên hevaltiyê, hevrêtiyê pîroz bûn. Malbatên ku lazim bû herî zêde xwedî li vê têkoşînê derkevin, xwedî li xwîna zarokên xwe têkoşîna wan dernakevin.”

 

Ji azadiyê ditirsin

Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Meclîsa Jinan Dest Dan û meclîsa Nav Berlinê bang li xelkê kir. Xelk jî şemiyê piştî nîvrojê li meydana Breitscheidplatzê civiya. Ew jî bi şiyara “Azadî ji Ocalan re statu ji Kurdistanê re” meşiyan. Bi daxuyanî tecrîdkirina Ocalan a qederê 25 salan û 30 mehên tecrîda mutleq hatin bibîrxistin û hat xwestin ku Ocalan bê berdan.

Di çalakiyê de li ser navê KCDK-E´yê, Fatoş Goksungur got, “Em Kurd, ev 50 sal in ji bo ku li ser erdên xwe weke welatiyên wekhev û azad bijîn, neçar şer dikin. Ewên ku ji demokrasiyê, ji aştiyê ditirsin, ji têkoşîna jinan a azadiyê ditirsin, ev 30 meh in têkiliya Rêber Apo mutleq ji dinyayê qut kirine. Em kurd û dostên me, em ê li dijî vê siyasetê têbikoşin. Em ji bo azadiya Rêbertiya xwe têdikoşin.”

Parlamenterê Eyaletê yê ji Die Linke Ferhat Koçak jî got, “Pirsa ku li Rojhilata Navîn çareser nebûye ya herî mezin, meseleya Kurdistanê ye. Di pêvajoyên aştiyê de kuştî çêbûn, gava ku sîleh hatin bêdengkirin jî, rêveberiya Erdogan ev yek bi dawî kir. Ji ber wê, da ku daxwazên aştiyê bi muzakereyê bi encam bibin, lazim e Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî bên berdan. Li Elmanyayê jî divê qedexekirina PKK´ê bi dawî bibe.”
Çalakî bi sloganên “Bijî Serok Apo” û nîşandana Pandomîmê bi dawî bû.

 

“Bijî Abdulûlah Ocalan”

Li Strasbourgê, çalakiyê ji Meydana Republiquê dest pê kir. Bi sedan Kurdistaniyên ji Elmanya, Swîsre û derdora Strasbourgê bi slogana “Azadî ji Ocalan re statu ji Kurdistanê re” heta bi pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê meşiyan. Li ber avahiyê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de Parlamenterê Ewrûpayê yê ji Fransayê Emmanuel Fernandes peyivî û got, “Ji bo ku gelê Kurd û birêz Abdullah Ocalan azad bibin, lazim e sîstema tarî ya li Tirkiyeyê biguhere; ji bo wê çi destê me bê, em ê bikin. Nayê qebûlkirin ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê de be. Lazim e tavilê ji vê lîsteyê bê derxistin.

Em dixwazin Abdullah Ocalan tavilê serbest bibe. Çareseriya meseleya Kurd ne şidet e, lê diyalog e. Em ê bêhtir seferber bibin. Ez bang li welatê xwe jî dikim: em ji bo aştiyê, ji bo azadiya Abdullah Ocalan bêhtir hewl bidin. Bijî Abdullah Ocalan, bijî têkoşîna gelê Kurd.”

NAVENDA NÛÇEYAN

* Ji bo nûçeyê agahiyên M. Zahît Ekîncî ji Hamburgê, yên Hakan Turkmen ji Berlînê û yên Berfîn Denîz ji Strasbourgê hatin bikaranîn. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.