Dixwazin Rêberê me azad bibe
Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:35
Di Adara 2015’an de Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim birin Girtîgeha Îmraliyê ku Rêber APO lê tê ragirtin. Ji wê rojê heta niha girtiyan tenê 4 caran bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne û qet nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Veysî Aktaşê ku li Îmraliyê ye di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an û 3'ê Adara 2020'î de bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû; di 27'ê Nîsana, 2020-an de bi têlefonê axivî û herî dawî di 31'ê Adara 2025-an de jî hevdîtina cejnê pêk anî.
Veysî Aktaş tevî girtiyên din ên li Îmraliyê di heyeta ku di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO hatibû parvekirin bû. Xuşka Veysî Aktaş Melîha Aktaj derbarê bangê de nirxandin kir. Melîha Çetîn, anî ziman ku zêdetirî 5 sal in birayê xwe Veysî Aktaş nedîtiye, diyar kir ku bi salan e xeber jê nagirtin, lê piştî hevdîtinan dest pê kir pê re têkilî danîne. Melîha Çetîn got:"Xwişka min çû serdana cejnê. Mafên ku ji girtiyan re tê dayîn ji wî re nayê dayîn. Behsa pêvajoya aştiyê tê kirin, lê em jî bi meraq li bendê ne. Pêvajoyeke çawa tê meşandin?" Melîha Çetîn, wêneyê ku di 27'ê Sibatê de li gel girtiyên li Îmraliyê û şandeya DEM Partiyê ya bi Rêber APO re hatiye kişandin bi bîr xist û got:"Aliyê dewletê behsa pêvajoyê dike, lê heta niha tu gav neavêtiye. Ji roja Cejna Remezanê heta niha tu agahî ji wan nayê girtin." Melîha Çetîn da zanîn ku "Em aştiyeke bi rûmet dixwazin" û anî ziman Tirk, Kurd, Çerkez, Ereb û Elewî ferq nake, ew amade ne ku bi hev re bijîn û got:"Em hemû bi sedsalan bi hev re jiyan. Em careke din jiyaneke bi vî rengî dixwazin. Ji bo girtiyên nexweş û yên ku cezayên wan qediyane divê gavek bê avêtin. Ji ber ku 27 sal in di hucreyên yekkesî de jî li ber xwe dan, em dixwazin Rêberê me azad bibe. " Melîha Çetîn "Banga Sedsalê" ya di 27'ê Sibatê de hat kirin bi bîr xist û got:"Em li aliyê aştiyê ne, me şer û xerabî nexwestiye, em ê qet nexwestin. Tu kes ji kesî cuda nîne."
JINNEWS/DERYA REN