Em ê analîzên Rêber Apo bixwînin

Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:05

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen diyar kir ku hêza xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digrin û  got: " Em ê destpêkê pirtûk û analîzên Rêber Apo bixwînin piştre ji civakê re bidin xwendin."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 26’ê Çile de bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ kampanya dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê hemleyê de li ser asta cîhanî di 3'ê Gulanê de jî çalakiyên curbicur bi silogana "Diyaloga bi jiyana azad re" hate li darxistin û jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.

Derbarê çalakiyên "Diyaloga bi jiyana azad re" Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen li ser armanca çalakiyê û girîngiya wê axivî.

 Em hêza xwe ji Rêber Apo digrin

Rîham Hesen destnîşan kir ku hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digrin û wiha got: “Di 3'ê Gulanê de li her deverê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hatin li darxistin û jinan dengê azadiyê bilind kirin. Ev çalakî li cîhanê deng veda ku girêdana gel bi Rêber Apo re nîşan da. Me jî xwest cihê xwe di vê hemleyê de bigrin û çalakiyên azadiyê li dar bixin. Gel bi hezkirî û coş berê xwe dan qadên çalakiyê û berspektîfên Rêber Apo guhdar kirin. Em hêz û vîna azad ji gotinên Rêber Apo digrin û bi vê hêzê rêxistinên xwe xurtir dikin. Em ê hemû rojên xwe bikin hemleyên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

Em ê analîzên Rêber Apo bixwînin 

Rîham Hesen da zanîn ku ji bo bêhtir civak fikri û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bikin wê di nava çalakî û tevgerê de bin. Rîham Hesen wiha domand: "Hemleyên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike hedef wê demdirêj be û heta ku ev azadî pêk neyê em ê ranewestin. Em ê destpêkê pirtûk û analîzên Rêber Apo bixwînin piştre ji civakê re bidin xwendin."

NÛJINHA/ŞENGAL / ROJÎN HEBABÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.