Agirbest yekalî nabe

Çarşem 7 Gulan 2025 - 03:40

Bandora "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO didome. Lê li gel biryara agirbestê ya PKK'ê ya piştî bangê, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan. Dayika Aştiyê Taybet Tereyê diyar kir ku tevî biryara agirbestê jî êriş didomin û ev zirarê dide pêvajoyê û got:"Mixabin heta îro dewletê gavên berbiçav neavêtiye û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ranekiriye. Divê dewlet ji bo aştiyê gavan biavêje. Em dixwazin aştî û aramî were vî welatî. Lê tevî biryara agirbestê ya PKK'ê jî êriş didomin." Dayika Aştiyê Kiymet Acarê jî diyar kir ku dewletê bersiv nedaye bangê û got:"Pêvajoyek dest pê kiriye, lê dewletê hê jî gavên berbiçav neavêtiye. Girtiyên nexweş li girtîgehan tên girtin. Berî her tiştî divê ev tecrîd bi dawî bibe. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ger ev pêvajo bi awayekî erênî pêş bikeve, wê bandorê li hemû gelan û Rojhilata Navînê bike. Agirbest yekalî nabe, divê her du alî agirbestê ragihînin." Dayika Aştiyê Hayat Ucayê jî ji desthilatê xwest ku li hemberî daxwaza aştiyê ya gelê kurd gavekê biavêje û got:"Em azadiya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dixwazin. Ji aştiyê xweştir tiştek nîne. Ji ber vê yekê divê her kes bibe yek û aştiyê bixwaze. Dewletê hîn gavên berbiçav neavêtiye, hîna şer didome." Dayika Aştiyê Fadîle Malgazê jî got:"Ji aliyekî ve dewlet dibêje 'Ez ê aştiyê pêk bînim', li aliyê din êrişên xwe didomîne. Çawa ku PKK'ê agirbest îlan kir, diviyabû dewletê jî agirbest ragihanda. Mixabin heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Em jî dixwazin zarokên me di girtîgehê de nebin, zarokên me azad bin. Em aştiyê dixwazin û dibêjin aştî." 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.