Hewldana têkbirina çareseriya pirsgirêka Kurd
Çarşem 7 Gulan 2025 - 03:50
- Hewldana sûîqestê ya kontrgerîla ya Tirk ku 6’ê Gulana 1996’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, di demek wiha de pêkhat ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêya guftugoyan dihate vekirin. Êriş li dijî gavavêtina ji bo aştiyê ya bi ragihandina agirbestê bû.
Pêvajoya ber bi sûîqesta sala 1996’an çawa bû, ku piştî bi salan ji nû ve kete rojevê û weke nîşaneya herî girîng a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dîtin? Dewleta Tirk çima 6’ê Gulanê hilbijart û atmosfera navneteweyî ji bo vê sûîqestê çawa amade kir? Em ê divê dosyayê de behsa hewldanên dewleta Tirk ên ji bo suîqasta dijî Rêber Ocalan dihate kirin, bikin.
Ji dema ku ji bo şoreşa Kurdistanê dest bi rêwîtiyê kir û pê ve gelek caran sûîqest li dijî Rêberê Gelê Ocalan hate kirin.
Hewldana destpêkê ya sûîqestê ya cidî, çend roj beriya damezrandina PKK’ê pêk hat. 18’ê Gulana 1978’an ji bo birêxistinkirina berxwedana piştî qetilkirina ji kadroyên pêşeng ên li Hîlwanê Halîl Çavgûn, Rêber Ocalan çû Rihayê. Dema ku bi wesayiteke zer ji Hîlwanê diçû Hoşînê êriş lê hate kirin. Gule li wesayitê hate reşandin, bi şensê Rêberê Gelê Kurd bêyî birîndar bibe rizgar bû. Di nava 20 salên li Rojhilata Navîn de jî gelek caran êriş lê hatin kirin.
Piştî pêvajoya agirbesta destpêkê ya ne serketî ya sala 1993’yan û du salên ji şerê giran ê li Kurdistanê, dawiya sala 1995’an rayedarên dewleta Tirk bi rêya hin navbeynkaran daxwaza agirbestê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Tirkiyeyê xwe ji bo hilbijartinên giştî yên 24’ê Kanûnê re amade dikir. Siyaseta Tirk a bi serkêşiya Çîller, Yilmaz, Ecevît û Erbakan, di rojên herî tevlîhev ên dîroka xwe de bû. Rêber Ocalan ji bo pêşî li pêvajoyeke nû vebike di 15’ê Kanûna 1995’an de bi telefonê ji MED TV'yê re axivî û agirbest ragihand.
Piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di rojên destpêkê yên sala 1996’an de rejîma Enqereyê bi komkujiyekê bersiv da ragihandina agirbestê. 16’ê Çileya 1996’an li navçeya Basan a Şirnexê destpêkê gule li mînîbusekê hate reşandin û piştre jî hate şewitandin. 11 Kurd bi vî rengî hatin qetilkirin. Fermandariya Giştî ya Tirk piştre bi daxuyaniyekê hewl da bûyerê bixe stuyê PKK’ê. Piştî demeke kurt eşkere bû ku makîneya kuştinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê JÎTEM berpirsyarê vê komkujiyê bû. Tevî vê yekê jî PKK’ê biryar da ku agirbestê dewam bike.
Dema ku yekîneyên MÎT’ê û JÎTEM’ê bi hevkarên xwecih re û mikurhatiyan re ku ji PKK’ê re haziriya suîkastê dikirin li Enqerê trafîkeke zêde ya dîplomasiyê hebû.
27’ê Adara 1996’an Demîrel 3 rojan li Emerîkayê ma, mijara herî girîng têkoşîna dijî PKK’ê bû. Dewleta Tirk ku bi Yewnanîstanê re ‘krîza Kardakê” dijiyan, weke şertê bidawîkirina rageşiya bi Atînayê re, ji Serokê DYE’yê Bîll Clînton dixwest ku di têkoşîna dijî PKK’ê de zêdetir destekê bidin wan.
Her wiha wan rojan di navbeyna Tirkiyê û Israîlê de nêzîkatiyeke dîrokî hebû. Rejîma Enqerê û Israîlê nêzî hev dibûn. Rejîma Enqerê da ber çavan dostê xwe yê nêz Misir, welatên Ereb bide pêşberî xwe û bi Îsraîlê re “peymana hevkariya leşkerî û perwerdehiyê stand”. Enqere ji bo vê jî, ji bo ku li bara peymanê bêdeng bimîne hewl dida ku Misrê qanih bike, di hevdîtina du welatan de mijar çû û hat û hate krîza Tirkiyê û ya bi Sûriyê ye. 2’yê Gulana 1996’an Wezîrê Karê Derve yê Misrê Amir Mûsa ku hatî Enqerê got; “Em bawer dikin ku meseleyên di navbeyna Tirkiyê-Sûriyê de li ser masê bêne çareserkirin.” Peyama ku muzakereya di navbeyna Enqere-Şamê de agahî dide ku çend roj şûn de wê li Şamê bibin. (Rêveberiya Misre ya ku Husnu Mubarek li ser bû, di pêvajoya komploya 9’ê Cotmeha 1998’an de wê bi roleke hevşib rabûya.”
Tîma suîkastê ya dewleta Tirk ku li Şamê ji zû de haziriya êrîşa bombeyî dikirin 6’ê Gulana 1996’an tevgeriyan. Ne bi tesadûfî ev roj hilbijartin. Lîderên tevgera şoreşa Tirkiyê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan 6’ê Gulana 1972’an hatibû darvekirin.
Li nêzî Dibistana Navendî ya Partiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran diçûyê û ders dida, wesayita ku 1 ton C4 lê hatibû barkirin, saet 10:17’an hate teqandin. Bi sedema Konferansa Netewî ya 4’an beşekî girîng ê rêveberiya PKK’ê li akademiyê bû, dengê bombeya ku hatî teqandin ji her devera Şamê hate bihîstin, bi şansekê Abdullah Ocalan û milîtanên PKK’ê bi saxî ji êrîşê filitîn.
Rêber Ocalan wê avaniya dewleta kûr a li Enqerê ku organîzeya suîkastê kiribûn û bandora êrîşê ya li ser PKK’ê wiha vegota: “Her çendî hewldana suîkastê ya 6’ê Gulanê ne serkeftî jî bû, Çalakiya fedayî ya 30’ê Hezîranê li Dersimê ya Zîlan (Zeynep Kinaci) ku talokeya mezin a vê êrîşê têgihiştî, sala 1996’an ku li navxwe xitimandina taktîk hebû û ji derve îmha dihate ferzkirin veguheranda sala ku pêşî li taktîkê vebûyî û rêya serkeftinê hê bêhtir zelal bûyî.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN