Amed û Şivan: Fermandarên serdemê
Yekşem 7 Îlon 2025 - 17:15

- Mazlûm Heftan şehîd Amed Serhed û şehîd Şivan Çiya bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Şehîd Amed Serhed ji bo me bibû fermandarekî serdemê, bibû fermandarek ku em rast fêm bikin û erkên xwe pêk bînin. Şehîd Şivan Çiya jî rêya heqîqetê hilbijart."
Endamê Meclisa PJAK’ê Mazlûm Heftan têkildarî 1’emîn salvegera şehadeta Amed Serhed û Şivan Çiya yên ku di 5’ Îlona 2024’an de ji aliyê dagirkeriya Tirk bi balafirên bêmirov şehîd bibûn axivî.
Xwedî nirxên taybet e
Mazlûm Heftan di şexsê şehîd Amed Serhed û şehîd Şivan Çiya de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêz û hûrmet bi bîr anî. Mazlûm Heftan li ser şehadeta şehîd Amed Serhed de wiha axivî: “Şehîd Amed Serhed ji devereke wisa ye ku her tim cihê jê jidayik bûye, cihê berxwedan û serhildanan bûye. Li herêma Xwyî, Kotolê, Mako, Selmas û Ûrmiyeyû bi giştî herêma wan xwedî dîrokeke rengîn e. Bi taybetî di tevgera Apoyî de ji beşdarbûnê bigre heta şehîdên ku pêşkêşî Tevgera Azadiyê kirine ji bo xwe pîvanek her tim dane diyarkirin. Ji wê herêmê heval Amed Serhed beşdar dibe, xwedî malbat û herêmeke Niştîman perwer in. Di sala 2002’yan de biryara xwe dide û beşdarî nava refên gerîla dibe. Di wê serdemê de li ser Rêber Apo Komploya Navdewletî hatibû pêkanîn. Bêguman ev xal ji bo gelê me û hemû azadîxwazan xaleke hesas e. Di heman demê de di sala 2002’yan de kesên ku komplo pêk anîbûn dixwestin di nava partiyê de jî tasfiyekariyê ava bikin. Di sala ku heval Amed beşdar dibe de, mirov dikare bêje sal û beşdarbûneke taybet, saleke xwedî nirxên xwe yên taybet heye.
Mazlûm Heftan wiha berdewam kir: “Beşdarbûna heval Amed Serhed li parçeyên cûda û li cihên cûda ji Erzirûmê bigre heta Ûrmiye, Koselan, Şaho, Merîwan û cihên din li Başûrê Kurdistanê bi xeteke zêrîn diyar dibe. Li ku derê dibe bila bibe ji bo her karî fermandar e, pêwîst bike mamoste ye û mirovan fêr dike. Çi kar pêwîst bike li ser esasê bikaribe ser bixîne û li gorî perspektîfên Rêber Apo kedê dide.”
Bûbû fermandarekî serdemê
Mazlûm Heftan wiha dewam kir:"Heval Amed rojeva rêxistinê dişopand û fêm dikir. Her tim li ser fikirê Rêber Apo lêhûrbûn dikir û ji bo ku bikaribe baş pêk bîne di nava telaşê de bû. Ev taybetmendiyên heval Amed ku Rêber Apo rast û kûr fêm dikir, bû sedem ku bi pîvanê fedaîbûnê rabe yan jî çi kar bikeve ser milê wî xwe jê dûr nedixist û li ser esasê ser bixîne nêzîk dibû. Bi têkoşîna xwe ya demdirêj a di nava rêxistinê de di tendirustiya heval Amed de pirsgirêk derketin, lê rojekê jî heval Amed ew yek nekir pirsgirêk û nehişt bikeve rojeva hevalan. Her tim pêşeng bû û ji bo ku zûtir bikaribe bar rabike kar kir. Her taybetmendiyek heval Amed ji bo me nimûneyek bûn ji ber wê dema me ew didît dibû sedem ku hîn zêdetir em jî têkoşînê bimeşînin û hewl bidin bixebitin. Bi van taybetmendiyan re ji bo me bibû fermandarekî serdemê, bibû fermandarek ku em rast fêm bikin û erkên xwe pêk bînin.”
Riya heqîqetê hildibijêre
Endamê Meclisa PJAK’ê Mazlûm Heftan têkildarî şehîd Şivan Çiya jî ev tişt anî ziman: “Yek ji hevalê din ê ku em li ser biaxivin kesayeta pêşeng a heval Şivan Çiya ye. Şehîd Şivan Çiya bi heval Amed re, di heman êrîşa dagirkeriya Tirk de şehîd bû. Heval Şivan Çiya zarokekî Serdeştê bû. Bajarê Serdeştê bi rastî jî di dîroka berxwedan û serhildanên Rojhilatê Kurdistanê de û bi taybet di Tevgera Apoyî de cihekî xwe yê taybet heye. Heval Şivan di nava malbateke welatparêz de beşdarî nava Tevgera Apoyî bû. Hevalê Şivan di temenê xwe yê ciwantiyê sala 2016’an de beşdarî rêxistinê bû. Di nava tevgera me de sala 2016’an jî serdemek taybet e. Beşdarbûna wê demê nirxekî xwe heye. Di wê salê de Şoreşa Rojava hebû. Di serdema ku DAÎŞ hovîtiya xwe dabû avakirin û dîrokek nû hatibû nivîsandin de şoreşek ava dibû. Hevalê Şivan wan mijaran dişopîne, zilm û wehşeta li Rojhilatê Kurdistanê û li herêmê dibîne û ji bo xwe riya heqîqetê hildibijêre. Heval Şivan girêdanekî wî pir germ bi hevaltiyê re hebû. Dema ku te hevalê Şivan meyze dikir ji nêzîkbûnê wî û ji dildariya wî ya beşdariya ji jiyanê re ew hevaltî germtir dikir. Li cihê ku hevalê Şivan hebûya hevaltî pir samîmî û germ bû. Girêdanekî wî ya pir mezin bi şehîdan re hebû. Dema ku hevalek şehîd dibû mirov ew rewş di heval Şivan de hîs dikir ku dixwaze tolê hilgire. Wisa hîs dikir ku barê her hevalekî şehîd dimîne ser milê me û pêwîst e pêk bînin.” ANF/NAVENDA NÛÇEYAN











