Rola xebatên dîplomatîk
Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:00
- Ji bo kurd bergiriya hebûna xwe bikin û ji bo azadiya xwe pêk bînin, xebatên dîplomatîk ên erênî rola xwe gelekî mezin in.
Yek ji saziyên dewletên netewe bi pêş xistine xebata dîplomasiyê ya di navbera dewletên netewe de ye. Dîplomasî, şêweyê xebatê yê berî şeran di navbera neteweyan de pênase dike. Di dîroka dewletên netewe de mirov dikare wê weke qonaxa amadekariyê ya şeran binirxîne. Tevahiya dîrokê têkiliyên cîrantiyê di navbera her cure yekeyên koman de bi şêweyên ji rêûresmê têne îfadekirin û ev şêwe bi xwe rîtuelên diyar in. Nirxeke payebilind ji bo wan heye.
Roja me ya îro Kurd hem ji bo têkiliyên di navbera xwe û cîranên xwe de, hem jî ji bo têkiliyên di qada global de pir hewcedarî dîplomasiyeke manedar in. Ji bo bergiriya hebûna xwe bikin û ji bo azadiya xwe pêk bînin, xebatên dîplomatîk ên erênî rola xwe gelekî mezin in. Di dema nêz de, di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de belkî li nava dinyayê gelê herî zêde bûye qurbanê lîstikên dîplomatîk gelê Kurd e.
Dema ku mirov hem ji aliyê konjonkturel û hem jî ji aliyê çînî ve bibîne ku pêkhatina dewleteke netewe ya Kurd a yekbûyî şensê wê gelekî kêm e, mirov êdîsa bibîne ku dîplomasiya bi vê aramancê tê meşandin jî şensê wê yê çareserkirinê pir hindik e. Çawa ku tê zanîn, ji xebatên bi vê armancê di dused salên dawiyê de hatine meşandin encameke serketî bi dest nehatiye xistin.
Dîplomasiya neteweya demokratîk, beriya her tiştî divê di navbera Kurdên parçe bûne û li dora berjewendiyên cuda dabeşbûyî de weke platformeke hevpar pêk bê. Ev platforma ku Kurd pir bi dijwarî hewcedariyê pê dibînin, divê di navenda xebatên dîplomatîk de cih bigire.
Yên van wezîfeyan timî paşve bixin û îhmal bikin, ew kes in ku li pey berjewendiyên cuda yên ferdî û rêxistinî ne. Di dîrokê de zirar û felaketên mezin ên kesayet û zêhniyetên bi vî rengî rê li ber wan vekirine baş têne zanîn, divê bêne zanîn.
Têkiliyên Kongreya Neteweyî ya Demokratîk divê bi awayekî guncav bi KCK û Rêveberiya Kurd a Herêmî ya Iraqê re di bin statuyekê de bêne bi rêkûpêkkirin. Eşkere ye ku têkilî û nakokiyên siyasî û îdeolojîk ên KCK’ê di çarçoveya avakeriya neteweya demokratîk de û yên Rêveberiya Federe ya Kurd a Iraqê di çarçoveya avakeriya dewleta netewe de wê demeke dirêj dewam bikin. Di vê mijarê de Kongreya Neteweyî ya Demokratîk dikare bibe rêxistineke ban a çareseriyê.
(Ji parêznameya Rêber Apo ya bi navê 'PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK Parastina Kurdên di nava pencên qirkirina çandî de' hatiye wergirtin.)
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN