Kampanyaya 'Bi Rêbertiyê re Jiyana Azad'
Duşem 5 Gulan 2025 - 03:35
Kampanyaya "Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad" a ku ji aliyê TJK-E ve hatiye destpêkirin, bi çalakî û çalakiyên li gelek navendan hate destpêkirin.
MARSÎLYA
Di çarçoveya kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad" de ya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve tê organîzekirin, li bajarê Marsîlya yê Fransayê mîtîngek girseyî hate lidarxistin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya perspektîfa çareserî û aştiyê ya Rêber Apo û bang li raya giştî ya Ewropayê û saziyên navneteweyî yên peywendîdar kirin.
FRANKFURT
Li eyaleta Hessen a Elmanyayê li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-Hessen), jin û dostên Kurdan ji bo azadiya Rêber Apo li Frankfurtê mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de wêneyên Rêber Apo û alên TJK-E’yê hatin hildan û bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.
DUISBURG
Li bajarê Duisburg ê Elmanya, Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel li ber Forûmê ya li navenda bajêr standeke agahdarkirinê vekir. Beriya çalakiyê, polîsên Elman bi gotina ku wêneyên Rêber Apo qedexe ne, hewl dan çalakiyê provoke bikin. Piştî ku xwepêşanderan li ser gotinên xwe û israra xwe ya ku ew ê Kurdan li vir kom bibin û bêîtaetiya sivîl bikin israr kirin, polîs paşve gav avêtin.
FREIBURG
Li navenda bajarê Freiburg, bi pêşengiya Meclisa Jinan a Nûda û Meclîsa Gel a Freiburgê ji bo azadiya Rêber Apo standa agahdarkirinê hate vekirin.
SAARBRUKEN
Li bajarê Saarbrucken, di çarçoveya kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad" mîtîngek hate lidarxistin.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de stand hate vekirin. Stand ji aliyê Meclisa Jinan a Koln-Viyanayê ve li ber dêra dîrokî ya DOM hate vekirin, bi wêneyên Abdullah Ocalan hate xemilandin. Di standê de pirtûkên Rêber Apo jî hatin nîşandan.
ESSEN Û BOCHUM
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, li navendên bajarên Essen û Bochum ên Elmanyayê stand hatin vekirin.
GIESEN
Di çarçoveya kampanyaya TJK-E’yê de li Kirchenplatz a bajarê Giessen ê Elmanyayê stand hate danîn û broşûrên bi mijarên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatin belavkirin.
DUSSELDORF
Jinên Kurd û dostên Kurdan bi pêşengiya YJK-E’yê li stasyona trênê ya navendî ya Dusseldorfê ji bo azadiya Rêber Apo konê agahdarkirinê vedan.
VIYANA
Li Viyanayê meş: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî pêk nayê
Di çarçoveya kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad” a TJK-E’yê de meşek girseyî hate lidarxistin. Di daxuyaniya hate dayîn de bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber APO.
NAVENDA NÛÇEYAN