Mecbûr e mafê hêviyê pêk bîne
Şemî 3 Gulan 2025 - 03:35
Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Hasan Kendal Selçuk, tecrîda li ser Rêber APO û mafê wî yê hêviyê nirxand û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber APO hê jî didome û got:"Tenê dikare hevdîtinê bi şande û kesên ku Wezareta Dadê destûr dide hevdîtinê bike. Ev, nayê wateya ku tecrîd tune ye. Ji ber ku divê birêz Ocalan bêyî ku destûr jê re bê dayîn, bi parêzer, malbat û wekîlên xwe re bi awayekî azad hevdîtinê bike."
Selçuk da zanîn ku biryara DMME'yê ya li ser binpêkirina mafê hêviyê yê Rêber APO biryara yekemîn a li dijî Tirkiyeyê ya li ser mafê hêviyê ye. Selçuk bi bîr xist ku Tirkiye ji ber ku endama DMME'yê ye û DMME’yê qebûl kiriye û xala 90'emîn a Destûra Bingehîn serdestiya peyman û peymanên navneteweyî qebûl dike. Selçuk biryara DMME'yê ya "Vinter û yên din û Îngiltere" bi bîr xist û got:"Ji bo ku cezayê heta hetayê bê kêmkirin, divê di qonaxa înfazê de îmkana serbestberdana bi şert hebe, yan jî cezayê bê kêmkirin an jî veguhere cezayekî din. Cezayê heta hetayê yan jî cezayê girankirî ew e ku mirov heta hetayê di girtîgehê de bimîne û di biryarên Vînterê de eşkere hatiye gotin ku ev qedexeya îşkenceyê ya PMME'yê binpê dike."
Divê qanûn bên sererastkirin
Selçûk bibîr xist ku ji ber ku Tirkiyeyê di warê mafê hêviyê de tiştek nekiriye ketiye rojeva Komîteya Wezîran, bibîr xist ku Komîteya Wezîran di 17-19'ê Îlona 2024'an de kom bûye gotiye divê der barê mafê hêviyê de mekanîzmayeke vekolandinê bê çêkirin. Selçûk destnîşan kir ku nebûna sererastkirina ji bo "mafê hêviyê" li dijî "qedexeya îşkenceyê" ya PMME'yê ye û got:"Ji bo bê dîtin mafê hêviyê tê qebûlkirin, divê mehkûm piştî demekê bigihêje azadiya xwe." Selçûk pêvajoya nû bibîr xist û diyar kir ku ger tê xwestin ev pêvajo bê domandin divê pozîsyona Rêber APO di warê qanûnî de bê mîsogerkirin û di qanûnan de hin guherîn bên kirin. Selçûk anî ziman ku Tirkiye mecbûr e li gor biryara der barê mafê hêviyê de tevbigere û got:’’Ji bo esasgirtina mafê hêviyê divê di qanûnê de hin sererastkirin bên kirin û ev ji aliyê meclisê ve bên kirin.
MA/RÛKIYE ADIGUZEL