Wek hemû deverên cîhanê, bi pêşengiya jinên azadîxwaz, li Silêmaniyê jî kampanyaya xwendina pirtûkên Rêber Apo hat lidarxistin. Yek ji beşdarbûyan tekezî bi wê yekê kir ku armanca wan ji vê kampanyayê bêhtir fêmkirina fikir û felsefa Rêber Apo ye.
Li Parka Hewarî Şar ya bajarê Silêmaniyê, bi pêşengiya jinên azadîxwaz, di çarçoveya kampanyaya 3’yê Gulanê ya “Diyalog bi Rêber Apo re” de çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Apo hat lidarixistin. Di destpêka kampanyayê de hin ji pirtûkên Rêber Apo li ser beşdarên çalakiyê hatin belavkirin û piştre dest bi xwendina pirtûkan hat kirin.
Di vê derbarê de yek ji beşdarên çalakiyê Ala Ebûbekir hestên xwe ji ajansa me re anî ziman; “Me jinên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiya xwendina pirtûkan lidar xist. Di vê rojê de li cîhanê çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Em jî wek jinên Başûr, wek wefayek û rêzgirtinaa hewlên Rêber Apo ji bo azadiya jinê me ev çalakî lidar xistiye.” Ala Ebûbekir got; “Armanca me ji vê kampanyayê bêhtir fêmkirina fikr û felsefa Rêber Apo ye ku armanca wê azadiya jine.”
Salane di 3’yê Gulanê de li seranserê cîhanê kampanyaya “Diyalog bi Rêber Apo re” tê lidarxistin û tê de bi bi awayek komî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ