55 xalên berê dibe bê guhertin
Şemî 3 Gulan 2025 - 03:45
- Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan da zanîn xebatên sererastkirina qanûnî li gorî banga 27’ê Sibatê dimeşînin û der barê pakêta darazê wê biçe meclîsê de jî got:“Em wisa difikirin ku pêşnûmeya 55 xalî ya dijdemokratîk piştî vê hevdîtinê, wê bê guhertin.”
Bandora banga Rêber APO didome. Piştî bangê ji aliyê desthilatdariyê ve hîn gav nehatiye avêtin. Hevdîtina bi wezareta dadê re hat kirin di nokteyek krîtîk de ye. Di vê mijarê de fikar û rexneyên cidî jî hene. Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan der barê pêvajoyê de û hevdîtina bi wezareta dadê re axivî.
Pêwîst bû mafê hêviyê pêk bihata
Dîlan Kunt Ayan der barê bangê û pêvajoya di ser re derbas bûye de axivî û got:“Piştî banga 27’ê Sibatê divê mafê hêviyê tavilê pêk bihata. Em di vir de çi dibêjin; Di pakêta 10’emîn a darazê de divê çi hebe, ji bo demokratîkbûnê, ji bo maf û azadiyan divê çi hebe, divê şert û mercên tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û gav bên avêtin. Ev divê hebe. Ev zelale û nikare bê nîqaşkirin. Divê mercên azad, wekhev û adîlane hebe ku Birêz Ocalan pêvajoyê bi rêve bibe.”
Tenê meseleya DEM Partî nîne
Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku pêvajo tenê di ser DEM Partiyê re nameşe û got:“Em behsa pirsgirêkek sedsalan dikin.Ev pirsgirêk bi guhertina du xalên qanûnê nabe. Ev pirsgirêk bi gotina ‘xwişk û birayên me yên Kurd hene’ çareser nabe. Divê gavên şênber bê avêtin. Heyeta DEM partiyê diçe hevdîtinan dikin. Lê ev têr nake. Dibêjin bila PKK çekan deyne. Lê divê şert û mercên wan bên başkirin. Divê Tirkiye gavên demokratîk bavêjin.”
Navnîşan meclîs e
Dîlan Kunt Ayan daxuyakirin ku cihê ku ev şert û merc lê bên avakirin meclîse û wiha balkişand ser xebatên 10’emîn Pakêta Darazê:“Der barê amadekariyên de hinek agahî tên. Hun dizanin wezîrê dadê daxuyaniyek da. Behsa amadekariya pakêtek 40 xalî kir. Derbarê vê de xebatên me jî hene. Em wek komîsyona hiqûqê ya DEM Partiyê û wek endamê komîsyona edaletê dikarin vê bi rehetî bêjin. Piştî metna banga 27’ê Sibatê nîşeyek birêz Ocalan hebû. Digot ‘Bêguman berdana çekan bi gavên hiqûqî yên dewletê wê pêk bên’. Belê divê hinek tişt biguherin. Di serî de girtiyên nexweş hene. Em ji bo hemû girtiyên nexweş dibêjin. Ji bo çareseriya pirgirêka Kurd em kevanek cuda ji bo girtiyên polîtîk re vedikin.”
50 hezar girtîyî eleqeder dike
Dîlan Kunt Ayan got pakêta ku behsa wê tê kirin 50 hezar girtiyî elqeder dike û got: “Pêşnûmeyeke 55 xal ya berê hebû. Di wê pêşnûmeyê de derbas dibû. Ev hîna nehatiye. Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in. Nexweşxane ne. Divê ji bo van girtiyan demildest gav bên avêtin.Yekîneyên tenduristiyê yên girêdayê wezaretê hene. Ev yekîne der barê girtiyên nexweş de raporan kom dike. Nexweşiya wan çiye di lîsteyê de hene. Me ev lîste ji wezareta dadê re vegot. Ev lîste bi wan re jî heye. Em dibêjin ku girtiyên nexweş divê bên berdan û der barê vê de sererastkirinek qanûnî hebe.”
Divê TMK bi tevahî rabibe
Dîlan Kunt Ayan balkişand ser lijneyên şopandina îdarî yên li girtîgehan û got ev lijne di 2020’an de dkeretine holê û got bi awayekî kêfî kesan ji azadiyê bê par dihêlin. Dîlan Kunt Ayan balkişand ser sererastkirinên der barê TMK’ê de jî û got:’’Desthilatdarî ji bo bi giştî TMK rabin revîzasyonekê nakin. Di vê pakêtê de jî niyeta wan ev e ku tiştekî biçûk bikin. Em jî daxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de ev xala ku Dadgeha Destûra Bignehîn 3 caran biryara betalkirina wê daye, bê rakirin.”
Li gorî hewcedariya bangê dixebitin
Dîlan Kunt Ayan der barê mafê hêviyê de jî nirxandin kir û got:’’Beriya ev pakêt bên em dixwazin nîqaş bikin. Bêguman me pêşeniyarên xwe pêşkêş kirin. Em dixwazin hemû partiyên siyasî pêşniyarên xwe bikin û nîqaş bikin û piştre bê meclîsê. Der barê Qanûna Înfazê, TMK û TCK’ê de xebatên me hene. Ne tenê der barê van de der barê mafê definkirinê de bigirin heta hemû qanûnên ji pêkanînên dijdemokratîk re vekirîne de xebatên me hene. Em li gorî hewcedariya banga 27’ê Sibatê xebatên xwe dimeşînin.”
JINNEWS/MELEK AVCI