Em dixwazin Rêber Apo azad bibînin
Duşem 5 Gulan 2025 - 03:10
Jinên ku beşdarî meşa li Qamişloyê bûbûn, da zanîn ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk divê dewleta tirk gavê biavêje û gotin:"Em dixwazin Rêber Apo di nava xwe de azad bibînin."
Bi pêşengiya Kongra Star, ji bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbepsiyê, Girkê Legê û Dêrikê bi hezaran jin li Qamişloyê hatin gel hev û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.
Jinên tev li meşê bûbûn, der barê mijarê de nêrînên xwe parve kirin.
Xanê Tahir a ji Qamişloyê da zanîn ku ew ji bo şermezarkirina bêdengiyê û bêhelwestiya dewleta Tirk a li hemberî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û got: “Em dixwazin Rêber Apo di nava xwe de azad bibînin.”
Cazya Hisên a ji Tirbespiyê jî jî diyar kir ku ew qebûl nakin Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de bimîne û diyar kir ku hêzên komploger ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in, lewra komplo li dijî wî pêk anîn û wî di zindanê de dihêlin.
Sebah Elî ji bajarê Dêrikê ye desntîşan kir ku dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser pêyan bin û wiha dom kir: “Rojek tenê li dinyayê bimîne, em ê ji bo Serokê xwe li dinyayê bin.”
ANHA / QAMIŞLO