Xemla mozaîkeke 2 hezar salî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 7 Tebax 2024 - 00:25

Li Îtalyayê berhemên antîk û kevnar tenê di bin erdê de veşartî nemane her wiha di bin behrê de jî gelek berhemên dîrokî hene. Bajarê Baia ku li Kendava Napolî dikeve yek ji wan cihan e ku vê yekê piştrast dike. Baia di serdema Komara Romayê de yek ji wan bajarên dewlemandan bû. Bi wextê re bajêr di bin avê de ma û gelek berhemên dîrokî jî man di bin avê de. Ji lewma jî gencîneyeke dewlemend li vir di bin avê de ye ku gelekî bala arkeologan dibe ser xwe.

Arkeologên ku di bin avê de dixebitin li hewşa vîlayekê mozaîkeke xweşik kifş kirin. Mozîk ji bo salona resepsiyonê hatiye çêkirin û ji rengên sor, şîn û spî pêk tê. Mozîk ji mermer û kevirên piçûk ên rengo rengo hatiye çêkirin. Her wiha gelek desen jî disa bi keviran li ser mozaîkê hatine çêkirin. 

Li gor arkeolog didin zanîn ev mozaîka ku nû hatiye dîtin beriya 2 hezar salî hatiye çêkirin. Piştî ku mozaîk bi temamî hate paqijkirin ew ê agahiyên di derbarê mozaîkê de jî zelaltir bibin. Tê zanîn ku li Kendava Napolî ango bajarê Baia hîna gelek mozaîkên bi vî rengi di bin avê de mane. 

NAPOLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.