Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî Dehem

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 24 Adar 2023 - 23:55

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (167)


Pirsyar: Meseleyekî dîke, êwe le qisekantan da amajetan kird be cewananî konfêdrasyon u depirsin boçî ewane xerîkî karî afrêner nabin? Demewê biprisim aya karêkî awa heldesûrê?

Laşayî: Le cêda belê. Le ber ewey ke pêkhatey giştî konfêdrasyon lew cewanane pêk dê ke xawenî hestî pak û nîştmanperistanen ke wabû be tuwanayekî karêkî awa heldesûrê. Belam hewcêy beweye ke hêndêk helumerc û hokarekan bigordirê. Yek ewey ke Konfêdrasyon be kirdewe meydanî riqeberî gurûpe siyasîye cor be corekane. Ew doxe diyare komeleyekî xwêndkarî tûşî meyl u riqeberî nasalim deka u dewruberêk naxulqênê ke têyda derfetî bexodahatin û geşey çalakî afrêner hebê. Duwaye gişt hêzî konfêdrasyon bextî dijayetî legel rêjîmî Iran dekrê, doxêkî awaş qet rêga nada be hawkarî u herewezîyekî afrêner. Helbet xwêndkaran û cewanan le zorbey şwênekanî dinya boçûnî rexnegrane û serheldawaneyan heye, ewe hêndeş natebî'î nîye, belam eger her ew boçûne rexnegraneye be amancî îslahî u be şêweyekî durust bê, ew demî komeleyekî xwêndkarî detuwanê zor kar bika be qazancî memleket. Bew pêye yekem şert emeye ke konfêdrasyon lew duxî ke bûwete şwênî riqeberî û xebatî gurûpekan û teşkîlate siyasîye cor be corekan bête derê, duwaye layenêkî dîkeş le gorê daye, îznim dewê lem derfete kelik werbigrim û meseley çilonayetî boçûn û pêweçaran be komele xwêndkarîyekan û le cêda xwêndkaran le henderanîş bihênme gorê. Be bawerî min eger be sebir û hewsele têbkoşrê pirdî pêwendî le nêwan hukûmet û xwêndkaranî derewey wulat rayel bikrê u ewan be rastî le karekan da beşdarîyan pê bikrê, dekrê ew meseleye be qazancî memleket çare bikrê, wate destga berêweberîyekan debê be erkî xoyanî bizanin karubarî memleket û ew bername û pirojaney ke le gorê dan bo xwêndkaranî derewey wulatîş şî bikenewe. Ewîş be şêweyek ke ber û bûy lê bikewêtewe eger bawerî ewe bê ke wekû sî sal lemew pêş xwêndkar nesîhet bikrê ke to her debê derseket bixwênî ewe şiyawî pêmil bûn nîye û dinyay emroş pesindî naka. Her weha nabê helumercêk bête gorê ke pirdekanî piştewey cewanan helweşên. Bew pêye lêre da hawkarî u lêktêgeyiştinêkî dûlayene pêwîste ke helbet pêwîstî be berêje zemanî dûr û dirêjîşe.
Pirsyar: Êwe le pêşekî qisekantan da guttan ke Sazmanî Înqîlabî bibû be rêkxistinêkî heraw u gewre. Aya hêşta her waye yan duway ew beserhatey gêratanewe hêndêk gorawe?

Laşayî: Le her kam lew rêbaz gorînane da ke 'erzim kirdin zincîreyek xîlaf u nakokîman lê peyda bû ke teqrîben hemû carê be dabiran u lêk cwêbûneweyek kotayî hat. Êsta nek her sazmanî ême belkû hîçkam le teşkîlate siyasîyekanî derewe hêzêkî cêy serinc pêk nahênin.

Pirsyar: Duwayîn pirsyarim lemer duwayîn beşî qisekantane ke amajetan pê kird be dûr le xelik çi le nawewe u çi le derewe nakrê waq'îyetekan wedest bên. Manay qisey êwe lemer ew kesaney le derewen rûne. Belam mebesttan le nawxo çîye?

Laşayî: Her wek êwe guttan û minîş têkoşam ke şî kemewe, le derewe însan be naçarî dûre le xelik û be fêr bûn le tecrubey kesanî wek min rêga çare eweye ke mirov didan be cergî da bigrê u le serexo bê u zû dawerî neka. Belam ewe le nawxoş lewaneye helsûrê, yanî ewey mirov lewaneye le Iran bê, belam le xelik cuda bê. Doxêk ew kateye ke însan be şêwey nihênî dejî. Pêştir le ser xom ew meseleyem şî kirdûwetewe. Însanî nihênî boxoy xoy le xelik cuda kirdûwetewe. Belam romantîsm û zeynîgerî be taybetî le naw cewananîş da le waneye helumercî cuda bûn le xelik pêk bênê. Eger mirov maweyekî be rêje dûr u dirêj legel xelik coşî nexwardibê, le naw ewanda karî nekirdbê û be rastî û dilsozane gwêy nedabête qisey ewan, belkû hewil bida zanyarîye kitêbyekanî xoy legel ewey bîstûye, dabezênê, ewe cudayiye le xelik. Eger însan pêy wa bê ke eger guleyek biteqênim dûsed kes we duwam dekewin û ew katey gulekey teqand kesî weduwa nekewit her ew ezmûney ke lew yek dû saley duwayîda ême le Iran bûmane, ewe be kirdewe deyselmênê ke însan le xelik cuda bûwetewe. Be giştî tenanet ew numûneyeş ke le bîrî ew kesane daye xesletekanî cudayî le xelik nîşan deda. Êwe kitêbî bîrewerîyekanî Çê Gêwara le Bolîwî heldenewe, sertaser pire le mesele û gîrugrifte nawxoyiyekanî ew gurûpe partîzanî ye, zor kem basî xelkî têdaye û le cêgayek nîgeranî derdebirdirê neka be cêy ewanyan zanîbê u pêweyan ken! Emin sebaret be Çê Gêwara hestim zor bû belam ewe pêşî ew rastîye nagrê ke nawerokî karekey nebînim. Nawerokî ew kare cudayî ye le xelik u êsta le Iran çend cewan bên biyanewê heman kar biken, ewe şitêk nîye cige le lasa kirdnewe nebê u ewîş le nimûneyekî xirap ke akamekey şikist û bin beste. Bem qisane nabê ew xeyale bête pêşê ke emin pêm wa bê le naw xelik dam yan lewan tê degem. Na, ewe lemer kesî min nîye çunke emin hêşta debê mawey dirêj şagirdî bikem bo ewey şitêk fêr bim.
Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.