Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 300[18]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Dumahiya nama Rehîm Qazî
Piştî vê yekê konferans dest pê kir.
Di roja yekem a konferansê de rêheval Bulûrî li dijî min axivî û hin rêhevalan li salonê bi dengekî bilind piştgirîya wan gotinên pîs ên wî yên li dijî min kirin. Roja din, nêzîkî seatek û nîv berî destpêkirina konferansê, heval Danişyan ez vexwendim odeya xwe û got: "Ez dixwazim di derbarê têkiliya bi pêkhate ya nû ya dawîn de şêwra te bikim." Lîsteyê xwend û min dît ku kesekî nû di lîsteyê de cih girtiye, ew jî hevjîna rêheval Bulûrî ye. Piştî wê wêne ji bo min zelal bû û min jê re got: "Te her tim pesnê min daye û çend caran jî li ber hevalên din gotiye ku bêyî Qazî ez nikarim kar bikim. Lê belê niha ez dibînim ku armanceke te ya din heye." Ji ber vê yekê bi îsrar jê xwest ku navê min di lîsteya kandîdan ji bo pêkhate ya komîteya navendî de neyê danîn û eger ev yek neyê kirin, di dema nîqaşê de ez ê xwe vekişînim. Rêheval Danişyan di bersivê de got ku tu armanceke wî ya din tune ye û bi temamî piştgirîya kandîdabûna min dike û hwd.
Di 28ê Sibatê de seat di 9ê sibehê civîna desteya nûnertiyê dest pê kir ji bo nîqaşkirina li ser kandîdayên komîteya navendî û komîteya çavdêriyê. Dema ku kandîdabûna min hat bilindkirin, min daxwaza axaftinê kir, lê Danişyan rê neda min û li şûna min nobeta axaftinê da rêhevalek din ê ku li dijî kandîdabûna min bû. Bi giştî, bi piraniya dengan ez xistin nav lîsteyê. Di dema navberê de, piştî şêwra min bi nûnerê komîteya navendî ya Partiya Komûnîsta Azerbaycanê, Rêheval Ehmedov re, got ku ez ê xwe ji kandîdabûnê vekişînim, wî jî got ev bîrek baş e. Di heman demê de rêheval Celîlî hat ba min û ji min re got ku di nav desteya nûnertiyê de hin kes dibêjin eger kesek deng bi qezenca Qazî, bide ew ê bê cezakirin. Lê belê min ji hevrêyan re got deng bidin te û tu xwe ji kandîdabûnê nekişîne, em ê te hilbijêrin.Di civîna sibehê ya 28ê Sibatê de, nîqaş berdewam bû. Me endamên mekteba siyasî, berê lîsteya wan kesan amade kiribû ku biryar bû axaftin bikin. 57 kesan daxwaza axaftinê kiribû, lê belê me 28 kes hilbijartibûn ji bo axaftinê. Di vê lîsteyê de navê rêhevalan Welayî û Çeşmazêr tune bû. Roja din ev herduyan daxwaza axaftinê kirin. Rêheval Danişyan hat ba min û min jê pirsî gelo tu difikirî divê em rê bidin wan axaftin bikin an na? Min got: "Eger tu dixwazî ji tribûna konferansê li dijî min biaxivin, fermû bike..." Di navberê de min xwe ji bo axaftinê amade kir, lê belê ji salonê notek ji min re hat ku tê de şîret li min kirin ku çêtir e ez neaxivim, ji ber ku deng û hera bilind dibe û rê nadin min biaxivim. Ji ber vê yekê bi berçavgirtina rewşê min neaxivî.Di dema nîqaşê de, yek ji axaftvanên dawî rêhevalan Welayî û Çeşmazêr bûn. Axaftinên wan bi temamî li dijî min bûn. Rêheval Danişyan tribûn da wan Rêhevalan ku di raporta komîteya navendî û komîteya çavdêriyê de wekî kesên teşwîqkar û dijminên damezrandina Partiya Yekgirtî ya Karkerên Marksîst li Îranê hatibûn nasîn, ew bi dizîna pereyên endametiyê û wergirtina bertîlê ji hin kesan û hwd hatibûn tawanbarkirin.Di konferansê de rêheval Emînzade jî, endamê berê yê mekteba siyasî û berpirsê rêveberiya propagandayê, axivî. Dema ku dema wî qediya, wî daxwaz kir 2 deqeyên din biaxive, lê ew dem jê re nehat dayîn. Lê belê rêhevalan Çeşmazêr û Welayî ku 10 deqe zêde daxwaz kirin, bi çepikan rê ji wan re hat dayîn. Rêheval Emînzade di dema xwe de karên Çeşmazêr û Welayî eşkere kiribû û hevrê Danişyan çavê wî nedît.Rêheval Danişyan di dawiya axaftinên xwe de, bi kurtî bersiva wan tawanên ku çend rêhevalan li min kiribûn da, lê ev tenê manevrayek bû û di rastiyê de, wî di axaftinên xwe de ji Çeşmazêr û Welayî parastin kir.Di nîvê duyem ê rojê de nîqaş derbarê kandîdayên komîteya navendî dest pê kir. Dema ku kandîdabûna min hat bilindkirin, min daxwaz kir ku biaxivim da ku xwe ji kandîdabûnê vekişînim, lê Danişyan rê neda min û nobeta axaftinê da wan kesan ku li dijî min dipeyivîn. Piştî axaftina rêhevalê yekem, careke din min daxwaz kir ku biaxivim da ku xwe ji kandîdabûnê vekişînim, lê vê carê jî rê neda min biaxivim. Hemû ev yek di ber çavên desteya nûnertiyê û bi amadebûna rêheval Ehmedov, nûnerê komîteya navendî ya Partiya Komûnîsta Azerbaycanê, qewimî. Sê kes ji rêhevalan bi rêz li dijî kandîdabûna min axivîn û tenê yek ji wan bi qancaza min axivî. Ji bilî vê, 6 kesên din daxwaza axaftinê kirin ji bo piştgirîya kandîdabûna min, lê rê nehat dayîn ku biaxivin.Di nav wan kesan ên ku li dijî min dipeyivîn, hin ji wan ne tenê li min, lê belê heqaret li birayên min ên şehîd û bi giştî li kerameta gelê Kurd kirin. Ev gotin tijî nijadperestî bûn û tu têkiliya wan bi dirûşma me ya sereke ya rojane, yanî avakirina partiyek yekgirtî û xurtkirina yekîtiya kiryarî ya hemû hêzên demokratîk ên Îranê, tune bû. Bo nimûne rêheval Eslanî got: "Azerbaycaniyan pêdivî bi piştgiriyê tune, em dikarin xwe bi rê ve bibin... Qazî kî ye? Bi giştî kes li Kurdistanê malbata wan nas nake...
Nama Rehim Qazi dom dike
Didome…
Rehîm Qazî u Elî Gelawêj nivîskarên sereke ya Rojnama Kurdistanê
parvê bike

Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
8 teşrînê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
1 teşrînê
Demokratên Rojhilatê
25 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
18 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
11 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
5 cotmeh
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
20 îlonê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
13 îlonê