
Festîvala fermî ya Fecr a Îranê, vê salê di çarçoveya “Sala Çandê ya Tirkiye-Îran” de, beşa taybet ji sînemaya Tirkiyê re vekir û derhêner Nuri Bilge Ceylan wek “mêvanê taybet” ragihand.
Ev vexwendin kir ku ronakbîrên Îranî yên ku li sirgûnê dijîn, helwest nîşan bidin. Komeleya Derhênerên Serbixwe yên Îranê (IIFMA), nameyek vekirî ji bo Ceylan şand û festivala Fecr wek “parçeyek ji mekanîzma propagandayê ya Komara Îslamî” binav kir û ji derhênerê navdar re got ku divê ew li ser vê vexwandinê baş bifikire.
Di nameyê de li ser sînemaya Ceylan û sekna wî ya entelektuel ev gotin derketin pêş; “Nûçeya ku hûnê tevlî Festîvala Facrê bibin bi me re xemgîniyekê ava kir. Ji lewma ev festîval bi salane hevakrê Komara Îslamî ya Îranê ye. Hûn sînemavanekî navdar û bi rûmet in. Em kesên ku ji sînema û entelektueliya we bawerin niha pirr şaşmayî vê rewşê dişopînin.” Komeleyê da zanîn ku dewleta Îranê bi çalakiyên bi vî rengî hewl dide hin tiştan normal bike û veşêre. Komele nexasim jî balê bir ser zordariya dewleta Îranê ya ku piştî tevgera “Jin, jiyan, azadî” qels bûbû û wiha pê de çû; “Dewlet dixwaze bi riya hunerê wêneyekî nû pêşkeş bike û rewşa çandî baş bide xuyakirin. Kesên ku di warê hunerê de bi navûdeng in ji bo propagandaya xwe bikartîne.”
IIFMA, di nameyê de, ji Ceylan xwest ku vexwendina festivala Fecr ji nû ve binirxîne û durûbûna Komara Îslamî ya Îranê bibîne.
‘Naxwazim hunerê bikim qurbana siyasetê’
Ceylan, li ser têkiliya festîvalan a bi siyaseta re sekinî û got; “Her festîval ji aliyê şertên siyasî yên tevlîhev ve tên birêvebirin. Di cîhana îro de, hema hema hemû festîval bi piştgiriya dewletan karên xwe dibin serî. Lê redkirina van festîvalan ji ber sedemên siyasî ji min re wekî qurbankirina hunerê ji bo siyaseta tê xuyakirin. Divê em li evîndarên hunerê jî bifikirin û gunehên hikûmetan nexin stûyê van festîvalan. Tevlîbûna festivalê, li gorî min, ne wekî piştgiriya hikûmetan, lê wekî rêyek ji bo derbasbûna sînorên ku rejîmên siyasî di nav gelan de çêdikin û pejirandina çand û hunerê wekî tiştekî li jor siyaseta ye, divê were şîrovekirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN














