
- Kovara Nûbiharê ku sê mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya 174'an derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovara Nûbiharê hejmara xwe ya zivistana 2026'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Edîtorê kovarê Suleyman Çevik li ser berfa ku îsal Bakur gelek bariya sekiniye û gotiye, "Çend sal in li herêma Serhed, Wan û Culemêrgê jî wekî berê berf nedihat. Îcar li welatê jêr bêhtir kêmbûbû. Şukir ji Xwedê re îsal li welatê jêr jî hema hema li her derê, têra xwe berf û baran barî, erd û zevî bi avê têr bûn. Belkî çend sal in li Rihayê, beriya Mêrdînê, li Cizîrê, li gund û navçeyan berfek wiha nehatibû." Çevîk dûre wisa temam kiriye gotina xwe, "Me jî vê jimarê wêneyeke xweş yê berfê jî danî ser bergê."
Hevpeyvîn bi keça Kerapetê Xaço re
Di vê hejmarê de Salih Kevirbirî ligel keça Karapêtê Xaço Araksî Xaçatûryan hevpeyvînek kiriye. Xaçatûryan qala malbata xwe kiriye. Ew wisa qala roja dawî ya Karapêtê Xaço dike, "Guhara qîza xalê min beriya mirinê bi rojekê hat derzî lê bide. Bavê min got, 'Guhar, lawo niha tu min derzî dikî, gelo tu dibêjî ezê baş bibim an ezê bimirim?' Wê got, 'Wî, xalo XWedê neke, çima tu bimirî, tu sipîsaxlem î'. Bavê min got, 'Qîza min weleh ez ne baş im. Hew te dît ez îşev jî bimirim.' Bi rastî jî bavê min li ser xwe bû. Tiştek wî tune bû. Lê dotira rojê mir." Ligel hevpeyvînê hinek wêneyên malbatê jî hatine weşandin.
Nîhad Gultekîn jî ligel helbestvan û nivîskar Seyrana Celad hevpeyvîn kiriye. Celad dibêje, "Di malbata me de axaftina bi zimanê biyanî qedexe bû."
Şîretname di edebiyata klasîk de
Ji nivîskarên kovarê M. Zahir Ertekin bi navê "Şîretname di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de" nivîsa xwe amade kiriye. Ertekin dibêje, "Di metnên şîretnamkeyan de, mirov dikare bêje fezîletên gerdûnî yên mîna edalet, heqaniyet, rastî û comerdiyê çarçoveyeke giştî xêz dikin. Lgel vê; stratejiyên rêvebirina dewletê, şêweyên dênên dînî-tesewifî û veguherînên qaîdeyên toreyî jî li ser van berheman dikare bê şopandin."
Bedirhan Epozdemir jî bi ser navê "Di têkoşîna rewşenbîriya kurdî de şûr û qelem çawa bûne yek: Lehengê bi nav û deng Osman Sebrî" nivîsa xwe li ser wî nivîsandiye.
Nivîskar û helbestên vê hejmarê ev in;
Emînê Botî, Îbrahîm Bulak, Fahriye Adsay, Felat Dilgeş, Ahmedê Hepo, Ayşegul Kizilkaya, Sabri Akel, Cîhan Roj, Adnan Çelik, Îbrahîm Kurmanc, Îsmet Emînoglu, Hesen Waşûkanî, Hanifi Taşkin, Mustafa Ertaş, Amîne Pîrozxan, Suat Ozmen, Firat Keklîk, Payîz Dursun bi nivîsên xwe ked dane vê hejmarê.
Her wiha helbestên Berken Bereh, Mueyyeb Teyîb, Mewlana, Kevok Mizgîn, Rizgar Elegez, Dildar Zeynel, Silêmanê Hesen, Sidîq Gorîcan, Kesê Xerîb, Bamed Serdar, Mela Seîdê Xelatî, Engin Kaçar, Newzad H. Wezîr, Bêrîtan Ozel, Siwanok, J. Ahmed Yildiz, Mehmet Bozkoyun, Amîne Pîrozxan, Solîn Peyman di vê hejmarê de hatine weşandin.
Ji bo têkilî:
0212- 519 00 09
info@nubihar.com
NAVENDA NÛÇEYAN







