Wezîrê şer dîsa gef xwarin

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:12

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan tevlî bernameyek televziyonê bû, behsa siyaseta dewleta xwe ya derve kir. Fîdan di nirxandinên xwe de carek din gef li YNK’ê xwar. Fîdanê ku dewleta wî bi ti awayî hebûna Kurdan qebûl nake vê gefê li Kurdan xwar:“Tirkiye bi biryare ku hemû amûrên polîtîkaya derve yên di destê xwe de bi awayekî koordînekirî bikar bîne.” Hêjayî gotinê yedi 16’ê Çileya 2024’an de jî Hakan Fîdan li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê êrişên dewleta xwe ya dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, axivî bû û gef li YNK’ê xwari bû. Fîdan gotibû:“Tevî dorpêçên me yên li dijî Silêmaniyê, eger YNK helwesta xwe ya derbarê PKK’ê de neguhere, em di wergirtina tedbîrên zêdetir de, dudilî nabin.” Piştî gefên Fîdan êrişên li ser Başûrê Kurdistan taybet jî, dijî şoreşger û welatparêzên Kurd zêdetir bibû. Di demên dawî de jî trafîka dîplomasiyê ya Fîdan û rayedarên din ên ji bo Hewlêr û Bexdayê, hewildana tevgereke dagirkirina Başûrê Kurdistanê derdixe holê.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.