Wê Kobanê ji wan re bibe kul

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:38

Şervanên YPJ'ê yên li Kobanê anîn ziman ku berxwedana wan di asta herî bilind de ye û ew ê bi ser bikevin.

Şervana YPJ'ê Esmer Kobanê diyar kir Kobanê li gel ku biçûk e, di nava xwe de bi hezaran berxwedêran dihewîne û got: "Em dest ji Kobanê bernadin. Berxwedan jiyan e jiyan jî wê bi têkoşînê dewam bike. Em in xwediyê wê îradeyê ku em bikaribin li hemberî van çeteyan serî hildin. Em ti carî Kobanê bernadin. Li gel şerê giran jî  israra berxwedanê her diçe gurtir dibe û em ê bi wê yekê re jî bighêjin serketinê." Şervan Lîlav Kobanê diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê xwedî li mîrateya Arîn û Zehreyan derbikevin û got: “Em weke YPJ em ê li hemberî van çeteyan rabin û nehêlin ku têkevin axa me. Ne ku keziyên me jê bikin, wê bi hezaran kezî rabin û li hemberî vê dagirkeriyê serî hildin. Çawa ku di 2014'an Kobanê şahidiya berxwedaneke dîrokî kir û bi serketinê tacîdar bû. Wê careke din Kobanê ji wan re bibe kul û derd. Em weke YPJ'ê di çeperên herî pêş dene. Gelê me jî li pişt me ye û em ê bi wê yekê bi ser bikevin."

ANF / KOBANÊ / CÛDÎ KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.