Trajediyeke nû li rê ye

Sêşem 2 Tîrmeh 2024 - 00:34

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd derbarê pêşketina têkiliyan di navbera rejîma Şamê û dewleta Tirk a dagirker de got:"Piştî radestkirina Tirkiyeyê bajarê Heleb ji rejîmê re, xuya ye têkiliya di navbera herduyan de pir baş bûne. Nakokiyên di navbera wan de, tenê dabeşkirina rolan di navbera aliyên Astana û Soçiyê de ne. Tirkiye Heleb radestî rejîmê kir. Wê li komên çekdar zext kir ku herêmên bêçek radestî rejîmê bikin. Wê bi lihevkirina rejîmê re, Efrîn û bakurê Sûriyeyê dagir kir. Ketina hêzên rejîmê ji başûrê Idlibê re û jinûve kontrolkirina nîvê parêzgeha Idlibê li ser vê yekê delîlek e. Li kêleka wê jî navendên Tirkiyeyê li eniyên artêşa rejîmê man û piştî bi parastina rejîmê, vekişîn navendên xwe yên niha. Dema em behsa derfeta lihevkirin an jî normalîzekirinê di navbera Enqere û Şamê de dikin, mebest ew e ku têkiliyên dualî yên veşartî eşkere bûn. Li pişt vê geşedanê, lihevkirinên nû hene. Ji van lihevkirinan xuya dibe ku wê peyman di navbera Esed û Erdogan de çêbibe. Peyman li gorî min ew e ku bi hiceta guhertina peymana Edene, Esed dev ji bakurê Sûriyeyê berde ango ji sînorên Tirkiyeyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan bi dirêjahiya sînorên wê bi Sûriyeyê re."

Rejîm dagirkeriyê rewa dike

El Siwêd hişyarî da ku ev lihevkirin an jî peyman, li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û Mîsaqî Millî ye û got:"Heke rejîm van herêman bide Tirkiyeyê, ev wisa tê xwendin ku rejîma Esed Tirkiyeyê xelat dike. Ji ber ku şoreşa Sûriyeyê têk bir. Rejîma Sûriyeyê jî wê îdia bike ku peymana Endene guhertiye û wê rewabûnê bide dagirkirina axa Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve. 

Der barê armancên niha û yên nû de El Siwêd got:"Xuya ye ku lihevkirina dawî ya di navbera her du rejîman de, derbarê dîtina çareseriyeke rewa ji ketina hêzên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û rojhilatê Firatê re ye. Li beramber wê, Tirkiye ji çiyayê Zawiye vedikişe û rêya M4 radest bike. Civînên leşkerî yên di navbera komîteyên leşkerî yên artêşa Tirk û artêşa rejîmê de li baregeha Himêmîm, nêzîkbûna vê nîşan didin." El Siwêd diyar kir ku lihevkirinên di navbera her du aliyan de, dê nexşe û demografiya bakurê Sûriyeyê bi awayekî trajedîk biguhere. Wê zêdetirî 30 kîlometredam ji aliyê Tirkiyeyê ve bê kontorlkirin. Tirkiye wê van herêman hêdî hêdî mîna Lîwa Skenderon û Qibirsa tirkî tev li axa xwe bike. Diyar e ku dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê, nêzîk bûne ku li ser rewşa Idlibê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hev bikin. Lê belê ti lihevkirin, beyî erêkirina DYE çênabe. Yan jî aliyên Soçiyê wê mijûlbûna DYE bi hilbijartinên serokatiyê bi kar bîne da ku vê lihevkirinê bixe meriyetê."

ANHA/YEHYA EL HEBÎB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.