Bi navê xwe yê li ser kitêbên xwe Torî û di nava xelkê de Apê Torî, sala 1931´ê hate dinê û payîza sala 2010´an, rojeke weke îro di 17´ê Cotmehê de kobnê xwe ji vê dinya gewrik bar kir. Di 79 sal temenê xwe de wî di rêya zimanê Kurdî û xizmeta Kurdan de gelek berhem jî afirandin. Wî li pey xwe 34 pirtûkên li ser dîroka Kurdan û zimanê Kurdî hiştin. Apê Torî dixwest bi her awayî Kurdî û Kurdan di warê ziman, çand û dîroka wan de bi pêş bixe.
Bi navê xwe yê fermî Mehmet Kemal Işik, Apê Torî sala 1931´ê li Midyadê ji dayik bûye. Ji aliyê bavê xwe ve Midyadî yanî Torî û ji aliyê dê ve jî ji Amedê ye.
Wî dibistana seretayî li Midyadê qedandibû. Sala 1952´yan dibistana mamostetiyê li navçeya Amedê Erxeniyê qedandibû. Bi navê “İlk Cemre” pirtûka xwe ya ewilîn a helbestan weşand. Li gelek deveran mamostetî kir. Sala 1978´an ji mamostetiyê teqawît bû.
Sirgûna li Belçîkayê
Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê, wî sala 1983´yan welat bi cih hêla û li Belçîkayê niştecih bû. Ji ber elaqeya wî ya bi dîrokê re hez kir ku li ser dîroka Kurdan hûr be, binivîse û lêkolînan bike.
Li pirtûkxaneya zanîngehên Belçîkayê û yên gelek welatên derdorê geriya û lêkolîn kirin. Piştî wê, wî li ser çand û dîroka Kurdan dest bi nîvîsandina pirtûkan kir.
Dema ku li Belçîkayê bû, di sala 1985´an de pirtûka xwe ya yekemîn a bi zimanê Kurdî nivîsandibû: “Qolinc”. Ev pirtûk jî ji kurteçîrokan pêk dihat. Li Enstîtuya Kurdî ya Brukselê jî çend xebat kirin. Di vê navberê de di rojname û kovarên li derveyî welêt de jî der barê Kurdan de gotar dinivîsandin.
Vegera Stenbolê
Sala 1991´ê vegeriya Stenbolê. Lêkolînên xwe dewam kirin. Beşdarî panelên dîrok û ziman dibû. Dersên dîrokê dida xwendekarên zanîngehan. Di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de jî gelek xebat kirin. Ew 17´ê Nîsana 1994´an weke endamê lijneya rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
Di kovarên wekî Zend, Tîroj, Rewşen, Deng, Newroz de û di rojnameyên mîna Dengê Azadî, Fıratta Yaşam û Ronahî de nivîs, gotar û lêkolînên wî çap bûn. 34 pirtûkên wî çap bûne.
Ew di 17´ê Cotmeha 2010´an de çû ber dilovaniya xwedê û wî ev dinya gewrik bi cih hişt.
Berhemên wî
Berhemên wî yên bi Kurdî:
- 1985 Qolinc (Kurteçîrok)
- 1990 Şîlan (Kurteçîrok)
- 1990 Rêziman
- 1992 Destpêka Xwendin û Nivîsandina Kurdî
- 1992 Ferheng (KurdîTirkî / Tirkî Kurdî)
- 1992 Alfabeya Kurdî
- 2002 Mendik (Roman)
Ferhenga Torî
Ji du beşan pêk hatiye. Di beşa yekem a kurdî-tirkî de 16 hezar û 500 peyv cih digirin. Di beşa duyem a tirkî-kurdî de jî 12 hezar û 500 peyv hene. Piştî xelasbûna tîpa Z´yê ya beşa yekê, Apê Torî bi lêkeran û kesandina wan daketiye.
NAVENDA NÛÇEYAN