Topxaneyên dagirkeran êrişî sivîlan dikin
Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:32
Dewleta Tirk a dagirker, pêr bi êrişên xwe bû sedem şehîdbûna du welatiyan û birîndarbûna 11 welatiyan li Til Temirê. Wê doh jî êrişên xwe ranewestandin. Dagirkeran Zirgan, gundên Şehbayê, û gundên Til Temirê dîsa dan ber topan.
Li gorî agahiyên ajandsa nûçeyan Hawarê (ANHA), arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh ji sibehê û pê ve gundên Esediyê, Mezriyê, Bisbis û Dada Ebdal ên li bakurê navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Hirbil û Til Medîq ên kantona Şehbayê jî kir. Li gorî agahiyan her du gund bi dijwarî hatin topbarankirin.
Dagirkeran gundê Til Tewîl ê Asûran ê li rojavayê Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran kir.
Di her rewşê de ji bo xizmeta xelkê
Tevî vê topbarana sereqet jî tîma sererastkirinê xetên elektrîkê yên Til Temirê, xetên elektrîkê yên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de xira bûne, sererast kirin.
Navenda Elektrîkê ya Til Temirê berê xwe da gundê Um El-Kêf da ku kabloyên di encama topbaranê de ziyan li wan bûye, çêkin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê 23`yê Tîrmehê xetên elektrîkê yên gundê Um El-Kêf ê rojavayê Til Temirê kir armanc, di encamê de elektrîk li ser navçeyê qut bûbû û stasyona wê jî xira bûbû. Piştî sererastkirinê, elektrîk dan navçeyê.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev cara 27`an e ku xet û stasyona elektrîkê yên navçeyê dikin armanc.
NAVENDA NÛÇEYAN