Tola Mamreşo hilanîn
Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 22:18
- Di çalakiya serketî de 3 dagirker û 4 kontra yên hevkarên dijmin hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Li dijî dagirkerên ku hevalên me yên di bin fermandariya Serhed Giravî û rêheval Sarya Diyar de li Keleha Berxwedanê ya Mamreşo bi çekên kîmyewî qetil kirin, çalakiya tolhildanê hate lidarxistin. Di çalakiya serketî de 3 dagirker û 4 kontra yên hevkarên dijmin hatin cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 25 caran bi balafirên şer, 27 caran bi helîkopterên êrişê, bi sedan caran jî bi tank, hawan, obus û çekên giran çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê bomberdûman kirin.”
HPG’ê ji bo çalakiyan ev agahî dan:
Li Avaşînê
Di 26’ê Tîrmehê de dagirkerên ku bi armanca dagirkirina Girê Şehîd Mûnzûr û Girê Şehîd Arnos ên li Qada Berxwedanê ya Mamreşo xebatên çêkirina rêyan dimeşandin ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Koma dagirker a ji 7 kesan bi kemînê û bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan hat îmhakirin. Tîmên me yên bitevger ên ku çûn ser cenazeyan, û dîtin 3 leşker û 4 ji kontra hatine cezakirin. Hêzên me li ser 7 cenazeyan; 1 çeka ferdî MPT-55, 3 çekên AK-47 (Kalaşnîkov), 1 cîhaza bêtêl, 1 kasatûra û 2 şepqeyên leşkerî hatine desteserkirin.
Li Zê (Zapê)
Roja 27’ê Tîrmehê saet 20:10’an helîkopterên êrişê yên xwestin Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bomberdûman bikin, hêzên me derbên bi bandor helîkoptera êrişê dan.
28’ê Tîrmehê di saet 04:40’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî li wan hatin xistin û 1 dagirker hate cezakirin.
Li Metînayê
Di 27’ê Tîrmehê de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi sûîqestê 3 dagirker hatin cezakirin û 1 dagirker jî birîndar bû.
Di 27’ê Tîrmehê saet 07:10’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê 1 dagirker hate cezakirin.
Di 27’ê Tîrmehê saet 07:20’an de dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi sûîqestê 1 dagirker hatiye cezakirin. Di saet 19:30’an de dagirker careke din bi sûîqestê hatin 1 dagirker jî hate cezakirin.
Di 27’ê Tîrmehê saet 09:50’î de, tîmeke me ya sûîqestê ya Şehîd Çîçek Kiçî ya YJA Starê bi sûîqestê li Girê Şehîd Pîrdoxan a girêdayî herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê 1 dagirker hate cezakirin.
Di 28’ê Tîrmehê saet 05:30’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi sûîqestê 1 dagirker hatiye cezakirin.
Li Xakurkê
Di 26’ê Tîrmehê de dagirkerên ku li quntarên Girê Şekîf ketibûn tevgerê ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve destpêkê girtin qontrolê û piştre jî bi sabotajê li wan xistin. Herî kêm 1 dagirker hate cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.