Tîmên Kurdan çi kirin?

Duşem 13 Kanûn 2021 - 21:00

  • Me berê xwe da performansa nîvê pêşî yê sezonê ya tîmên Kurdan ên di lîgên Ewrûpayê de dilîzin.

AZAD AGIR  /  FRANKFURT

Me berê xwe da performansa nîvê pêşî yê sezonê ya tîmên Kurdan ên di lîgên Ewrûpayê de dilîzin.

Dalkurd FF pêrar di lîga yekê ya Swêdê de bû û du salan li ser hev ji lîgê ket û ketibû lîga sêyem. Wê îsal bi performansa xwe karî di play-offê de zora tîma Gais bibe û derkeve lîga diduyê ya bi navê Süperettanê.

Tîmeke din a li Swêdê jî Newroz FC bû, di 16 hefteyan de wê 11 caran zora reqîbê xwe bir, 2 caran reqîbê wê zora wê bir û 3 caran jî bi reqîbê xwe re wekhev ma. Wê lîg bi 3ʼyemînî bi dawî kir û nekarî derkeve lîgeke li jor.

Finnkurd di play-offê de ma

Li paytexta Fînlandiyayê, Helsînkiyê, tîma Finnkurdê di lîga sisiyan de lîga xwe weke çarem bi dawî kir û kete play-offan. Lê di play-offê de serketî nebû. Di sezona nû de wê 5 transfer kirin û rêveberiya tîmê dibêje, hedefa wan şampiyonî ye di sezona nû de.

Hindik maye bibe lîder

Li bajarê Fransayê Rounenê FC Jiyan Kurdistan, di nîvê pêşî yê sezonê li pey lîder bi puwanekê weke duyem di lîgê de cihê xwe girt. 

FC Jiyan Kurdistan di maça bi tîma Deville Maroomê de şikest. Tîma Deville Maroomê 4-2 zora wê bir. Lê cihê FC Jiyan Kurdistanê yê di rêza 2ʼyan a lîgê de hîna dimîne. 

Tenê Kurdistan SV û SV Azadî Lübeck lîder in

Li Elmanyayê di nîvê pêşî yê sezonê de ji tîmên Kurdan tenê Kurdistan SV û SV Azadî Lübeckê di lîgên xwe de lîder in.

Li herêma Mittelrheinê, li Dürenê di Bezirksliga Staffel 3 de SV Kurdistan hefteya dawî di maça bi SV Frauenbergê re ji ber ku ne hazir bû, mexlûb hat qebûlkirin, dîsa nîvê pêşî ê sezonê di lîga xwe de bi 39 puwanan lîder temam kir.

Li bajarê Elmanyayê Bochumê, CFK Bochum di Bezirksliga Staffel 10 de dilîze. Di maça xwe ya vê hefteyê de FC Altenbochum 20/28 bi golekê zora wê bir. CFK Bochum dîsa jî di rêza 2ʼyem a lîgê de ye.

Li Hildesheimê, SV Newroz Hildesheim di Bezirksliga Hannover Staffel 9 de dilîze, nîvê pêşî yê sezonê bi 29 puwanan bi rêza 2ʼyê de bi dawî kir.

Li eyaleta Niedersachsenê, Ciwan Walsrode di Bezirksliga Lüneburg 2 Staffel 1´ê de di dawiya hefteya 15ʼan de bi 21 puwanan bû 4ʼemîna lîga xwe. 

Li Dortmundê, FC Roj di Bezirksliga Staffel 09 de vê hefteyê 5-1 zora tîma BV Victoria Kichderneyê bir û bi 27 puwanan bû 4ʼemînê lîgê. 

Li Hanauyê, SC 1960 Hanau di Verbandsliga Süd de bi 33 puwanan di lîga xwe de 4ʼem e.

Tîma Dersim Rüsselsheim jî di lîga SC 1960 Hanauyê de ye. 23 puwanên wê hene û di nivê duyem ê sezonê de wê hewl bide ku ji lîgê nekeve.

Li Saarbrückenê, tîma Kandil Saarbrücken di Landesliga Süd de bi 17 puwanan 7ʼemîn e. Nîvê duyê yê sezonê, ew ê 13ʼê Adara 2022ʼyan li dijî Altenkesselê maça xwe ya pêşî bike.  

Li Frankfurtê, FC Serkeftin 92 di Kreisliga A de bi 26 puwanan 5ʼemînê lîga xwe ye. 

Li Hamburgê, dersimspor di Landesliga 2 de bi tenê 3 puwanan li herî dawiyê ye.

FC Bingöl 12 jî di lîga Dersimsporê de ye û rewşa wê bi 7 puwanan hema hema bi qasî ya Dersimsporê xirab e.

Li Giessenê, Kurdischer FC Gl di Kreis Oberliga Gl MR Süd de bi 12 puwanan di rêza 16ʼan a lîgê de ye. Ji ber wê jî maçên wê, wê ji bo ku karibe di lîgê de bimîne, bin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.