Encamên maçên tîmên Kurd

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 26 Tebax 2021 - 07:10

AZAD AGIR
FRANKFURT

 

Di lîgên amator ên Ewrûpayê de gelek tîmên futbolê yên Kurdan dilîzin. Hefteya bihurî SC 1960 Hanau û SV Newroz Hildesheimê zora dijberên xwe bir, Kurdischer FC Giessen bi xwe li hemberî dijberî xwe şikest. Li Sachsenhausen a Frankfurtê, FC Serkeftin 92 3 û 0 bi ser ket. 

Li Hanauyê di Verbandsliga de SC 1960 Hanau li mala xwe 2 û 1 zora SV Unter - Flockenbach bir. Bi 6 puwanan ew di rêza 3´yan a lîgê de ye. Hefteya bê ew ê li dijî SG Bornheim GW FFM´ê li meydana wê bilîze.

Tîma SV Newroz Hildesheim di lîga Bezirksliga Hannover Staffel 9 de dilîze. Dawiya hefteyê li deplasmanê wê li hemberî yek gola dijberê xwe 2 gol avêtin û zora tîma Vfr Germ. Ochtersum bir. Vê şemiya li pêşiya me, ew ê li meydana xwe li dijî tîma Tuspo Grünenplan bilîze. 

Tîma Kandil Saarbrückenê di Landesligaya Saarbruckenê de dilîze. Dawiya hefteyê li deplasmanê bi SC Altenkessel re maç kir. Ger du aliyan nekarçî hev bibin û maç 2-2 bi dawî bû. Yekşema bê Kandil Saarbrücken wê li meydana xwe li dijî SC Bliesransbach bilîze.

TîMA FC Serkeftin 92 li hemberî tîmeke din a Sachsenhausenê TG Sachsenhausen 3-0 bi ser ket. Vê dawiya hefteyê li deplasmanê ew ê maçê li hemberî Vfl Germania 94 bike. 

Şensê Finnkurdê hê heye

Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê tîma Finnkurd di lîga sisiyan de ye. Yekşema bihurî ew li hemberî tîma Sapa 3 şikest û du gol ji vê tîmê xwarin û nekarî golekê jî biavêje. Di lîgê de 16 puwanên Finnkurdê hene û di rêza 5’an de ye. Hîna şensê Finnkurdê heye ku bikeve play-offê ji bo ku bikeve lîga li jortir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.