Kandilê 4 Serkeftinê 6 avêtin
Duşem 29 Mijdar 2021 - 23:15

- Li bajarê Fransayê Rounenê, tîma FC Jiyan Kurdistanê li deplasmanê 2-0 zora Bonsecours St Legerl bir. Nadir Mourabit her du golên FC Jiyan Kurdistanê avêtin.
AZAD AGIR / FRANKFURT
Li bajarê Fransayê Rounenê, tîma FC Jiyan Kurdistanê li deplasmanê 2-0 zora Bonsecours St Legerl bir. Nadir Mourabit her du golên FC Jiyan Kurdistanê avêtin. FC Jiyan Kurdistan piştî lîder di rêza duyem a lîga xwe de ye. Hefteya bê ew ê bi tîma Deville Marom 3 re bilîze.
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, di Kreisliga A´yê de FC Serkeftin 92´yê li deplasmanê 2-0 zora Concordia Eschersheim II’yê bir. Miran Burcu û Tuncay Eren golên FC Serkeftin 92´yê avêtin û kirin ku tîma wan di lîgê de bikeve rêza 5´an.
Li Hanauyê tîma SC 1960 Hanau 4-0 zora VFB Ginsheimê bir. Ronaldo Dos Santos Ferre golek û Abdusamed Gursoy 3 gol avêtin di maçê de. SC 1960 Hanau di lîgê de bi 33 puwanan di rêza 4´an de ye. Hefteya bê ew bi JSK Rodgau re wê bilîze.
Di Landesliga ya Saarbruckenê de tîma Kandil Saarbrucken 6-0 zora SV Karlsbrunn bir. Kandil Saarbrücken di lîga xwe de bi 17 puwanan di rêza 9’an de ye.
Li Elmanyayê wekî din encamên maçên tîmên Kurd wiha bûn:
Dersim Rüsselsheim 2 - 0 JSK Rodgau
Dersimspor 1 0 - 0 Altengamme 1.
FC Roj 2 - 3 Rot-Weiß Germania 11/67
Oststeinbeck 1. 1- 0 FC Bingöl 12 1.
SG Trohe/ Alten-Buseck 5 - 2 Kurdischer FC Gl
Dalkurd FF li hemberî Gais
Di lîga sêyem a Swêdê de, di lîga xwe de Dalkurd FF bûbû duyemîn û ketibû play offê. Reqîbê Dalkurdê diyar bû, ew jî tîma Gais e. Maç wê 2 û 5´ê Kanûnê bên lîstin. Maça pêşî wê li saheya Dalkurdê û ya duyem jî li ya Gaisê çêbe.















