Turnuvaya ji bo şehîdên Rojava
Duşem 6 Kanûn 2021 - 23:30

- Turnuvaya “Wefadarî ji bo Şehîdên Rojava ya Futbolê” bi serketina tîma Sûka Hitînê li hemberî tîma Dostên Şivan bi dawî bû.
Turnuvaya “Wefadarî ji bo Şehîdên Rojava ya Futbolê” bi serketina tîma Sûka Hitînê li hemberî tîma Dostên Şivan bi dawî bû.
Turnuvayê 29`ê Îlonê li Stada Helîq a li navçeya Girkê Legê bi tevlîbûna 80 tîmên bajar û navçeyên herêma Cizîrê dest pê kiribû.
Pêr bi şev li Stada Helîq a navçeya Girkê Legê maça dawî ya turnuvayê di navbera tîmên Dostên Şivan û Sûka Hitînê de li dar ket.
Bi sedan kes ji kantona Qamişloyê, endamên rêveber ên Yekitiya Werzîşê ya kantona Qamişloyê û gelek hunermendan li maçê temaşe kir. Di dawiyê de tîma Sûka Hitîn bi ser ket û bû şampiyonê turnuvayê.
QAMIŞLO















