FC Amed amade ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Tîrmeh 2023 - 03:04

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

FC Amed li lîga “Berlin Bezirksliga” dilîze û ji bo sezona nû amadekariyên xwe bi dawî kirin. Rêveberê sporê yê FC Amedê, Recep Çanak got, “Weke klûb armanca me timî bipêşketin û guherîn e. Me xebatên ji bo zarokan jî dan destpêkirin.”

Kluba futbolê FC Amed li paytexta Elmanyayê Berlînê sala 2012’an hatibû avakirin. Pirraniya lîstikvan û rêveberên klûbê Kurd in. Lê Efrîkayî, Asyayî, xelkê ji Emerîkaya Latîn jî di tîmê de dilîzin. FC Amedê di lîga “Kreisliga” de dest bi lîstikan kir û niha piştî serketinên xwe di “Bezirksliga” de dilîze.

Tîmê sala 2022´yan di lîga xwe de di rêya 8´an de bi dawî kir. Rêveberê wê yê nû Recep Çanak û antronorê wê yê nû Fikret Akbulut behsa tîma xwe kirin.

Recep Çanak ê 33 salî ji Amedê ye û ji bo tîma xwe dibêje, “Min sala 2017´an li Berlînê FC Amed nas kir û tevlî antremanên wê bûm. Piştî bi demeke kurt min di tîma wê ya duyem de antronorî kir. Di FC Amedê de gava lazim bû, ez bûm lîstikvan, gava lazim bû ez bûm antronor û gava lazim bû ez bûm lîjîstikvan jî.”

 

Di sezona nû de her tişt nû ye

Çanak da zanîn ku beriya bi qederê mehekê rêveberiya tîmê guheriye û wiha dewam kir: “Em ê bi rêveber û antronorên bi tecrûbe rêya xwe dewam bikin. Ez bûm rêveberê sportîf, lê ne lîstikvan ne jî sponsor hebûn. Rêveberiya beriya niha lîstikvan biribûn klûbeke din. Em pêşî li antronor geriyan, Paşê pirsgirêka sponsor hebû. Piştî ku me ev pirsgirêk hal kirin, niha tîmên me yên yekem, duyem û sêyem dest bi antramanên xwe yên ji bo sezona nû kirine.”

Çanak da zanîn ku ev cara ewilî ye ku FC Amed ji bo zarokan jî tîmekê ava dike û wiha peyivî: “Ji bo dîtina antronorên futbola zarokan û ji bo ku zarokan bikevin lîgên fermî me hewl da. Em dixwazin bibin klûbeke ku malbatên kurdistanî li sirgûnê zarokên xwe bi dilrehetî bişîninê, û zarokên wan bi çanda û nasnameya hebin.”

 

Warekî têkoşînê ye

Antrenor Fîkret Akbulut ê 32 salî jî ji Mêrdînê ye. Akbulut dibêje wî di gelek tîmên futbolê de cihê xwe girtiye û wiha peyivî: “Ez rêveberê teknîk ê FC Amedê me. Maneyeke FC Amed ji bo me, têkoşîn e. Em weke tîma Kurdan bên dîtin jî di nava me de ji gelek neteweyan lîstikvan hene. Em xwe ji bo sezona nû bi lîstikvanên nû amade dikin. FC Amed ji bo me dildarî ye lê her wiha warekî têkoşînê ye yê ku em dixwazin tê de serketî bin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.