- Tîma Kurdan a di lîga sisiyan a Swêdê de Dalkurd FF di maçên xwe yên play-offê de bi ser ket û derket lîga didiyan.
AZAD AGIR / FRANKFURT
Tîma Kurdan a di lîga sisiyan a Swêdê de Dalkurd FF di maçên xwe yên play-offê de bi ser ket û derket lîga didiyan. Dalkurd FF ji bo ku derkeve lîga diduyan a Swêdê Superettanê pêncşema bihurî di maça play-offê de 2-0 zora tîma Gais bir. Yekşema bihurî jî di rovanşê de her du tîman nikarîbûn zora hev bibin û 1-1 weke hev man. Di encamê de Dalkurd FF derkete lîga diduyan.
FC Bingol 12 bi ser ket
Vê hefteyê du tîmên Kurd ên di Landeslîga ya eyaleta Elmanyayê Hamburgê de FC Bingol 12 û Dersimspor bûn reqîbên hev. FC Bingol 12, 6-1 zora Dersimsporê bir. FC Bingol 12 bi 7 puwanan di rêza 10’an lîga xwe de ye û Dersimspor jî bi 3 puwanan di rêza 11’an de ye.
Di nîvsala yekê ya lîgên li Elmanyayê de maçên dawiyê hatin lîstin û encamên tîmên Kurd ên di lîgên amator ên Elmanyayê de wiha ne:
JSK Rodgau - SC 1960 Hanau: 2-1
Union Lüdinghausen - FC Roj: 0-0
TuS Heven - CFK Bochum: 3-2
Kurdischer FC Gl - TSV Großen-Linden: 3-2