Tifaqa kedê wê AKP’ê têk bibe

Duşem 16 Çile 2023 - 10:48

Bi deh hezaran kes li Kartala Stenbolê di mîtînga HDP´ê de  civiyan û peyama "Em ê vê desthilatdariyê têk bibin!" dan.

Mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya li Qada Kartal a Stenbolê, bi dirûşma "Em li ber şer, zext û xizaniyê rabin. Em bi hev re biguherînin" pêk hat. Bi dehhezaran kes beşdarî bûn.

Di mitîngê de destpêkê Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julian Gozen axivî û got; "Em soz didin ku wê kesên vî welatî ber bi çiravê ve dibin têk bibin."

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz jî got, “Bêyî Tifaqa Ked û Azadiyê, heta ku hûn Amedê negirin cem xwe, hûn nikarin vê dorpêçê rakin. Werin em bibin yek û bi hev re vî welatî azad bikin. Em ê rêveberiya yekzilamî û pergala çete û mafyayan têk bibin.

Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Buldan jî anî ziman ku ew ji bo ku ji şer, xizanî, zext û polîtîkaya tecrîdê re bibêjin “bes e” li qadan e û wiha dewam kir: “Di heman demê de ji bo ku bibêjin, ‘jin jiyan azadî’ em li vê derê ne. Ev tifaq dê hêj mezintir bibe û teqez vê pergalê biguherîne. Lewma jî ev hilbijartin xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ev hilbijartin dê rê li ber aştiyeke birûmet vekin. ”

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.