EMEP jî di lîsteya Partiya Çep a Kesk de ye

Çarşem 29 Adar 2023 - 16:04

EMEP’ê diyar kir wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk têkevin hilbijartinê.

Partiya Kedê (EMEP) diyar kir ku ew ê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk têkeve hilbijartinê.

Di daxuyaniya li ser navê Desteya Rêveber a Giştî ya EMEP’ê de hate gotin, “Têkbirina rêveberiya yekzilamî û geşkirina têkoşîna girseyên gel ên bindest û hejar, hedefa sereke û lezgîn a partiya me ye. Ji ber vê jî em xebatên têkoşîna hevpar a bi Tifaqa Ked û Azadiyê xurt dikin.

Ji bo ku em wekî parçeyekî Tifaqa Ked û Azadiyê tevlî hilbijartina di 14’ê Gulana 2023’an de bibin, xebatên me yên amadekariyê didome.

Di rewşa dawîn de partiya me şertên polîtîk ên berçav û daxwazên gelê me li ber çavan girtin û gihişt van biryaran:

  • Ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê were geşkirin û xurtkirin,
  • Çîna karkeran di serî de hemû alîgirên ked, aştî û demokrasiyê di parlementoyê de were temsîlkirin;

Em ê ji lîsteya Partiya Çep a  Kesk bi namzetên xwe tevlî hilbijartinan bibin.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.