Mohra li bin Çepa Kesk

Çarşem 29 Adar 2023 - 15:54

  • Alîgirê hevserokên giştî yên HDP´ê Tayîp Temel got, hedefa wan ew e ku bi 100 parlamenteran bikevin meclîsa Tirkiyeyê.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê, Tayîp Temel li ser pêvajoya hilbijartinê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Temel anî ziman ku partiya wan bi karê xwe, bi helwesta xwe di siyaseta welêt de diyarker e û got, "Em avakar in. Bal hemû li ser me ye. Bi vê têgihiştinê, li ser bingeha berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên xwe, me di 27'ê Îlona 2021'ê de pîvanên xwe yên li ser siyaseta welêt bi deklarasyonekê eşkere kirin. Me ew pîvan danîn da ku mirovên xwe weke 'alîgirê demokrasî û azadiyê nîşan didin' nikaribin li ber rabin. Me ev pîvan jî bi 11 sernavan destnîşan kirin. Ev yek di heman demê de bangek bû. Me bang kir da ku têkildarî pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên mezin ên welêt em li ser pîvanan nîqaşê bikin. Jixwe, me navê 'Deklarasyona Bangê ji bo Edalet, Demokrasî û Aştiyê' lê kir."

Pîvanên heyatî

Temel ji bo hilbijartinên Serokkomariyê jî got, “Di encama nîqaşan de jî me dît ku li ser mijarên demokrasiya xurt, dadgeriya serbixwe û bêalî, bidawîkirina qeyûman û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de yanî di pîvanên me yên sereke de, bi Birêz Kiliçdaroglû re nakokiyeke me nîne. Ez dixwazim careke din destnîşan bikim, alîgirên demokrasî û azadiyê, nikarin li ber van pîvanan rabin. Ev pîvan ji bo civakê bi qasî nan û avê heyatî ne. Lewma em di pîvanên xwe de bi israr in. Hevdîtina me ya bi Birêz Kiliçdaroglû re ya li Meclîsê, li ser vî bingehî pêk hat."

TÎP´ê tercîheke cuda kir

Tayîp Temel destnîşan kir ku hilbijartina vê carê hilbijartina herî krîtîk e, lewma jî rêbaza herî rast ew bû ku bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin, ev yek hîn bêhtir bi kêrî bindestan, karker û kedkaran dihat. Temel got, "Lê belê partiya TÎP a di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de, xwest ku di bin sîwanê tifaqê de bi logoya partiya xwe tevlî hilbijartinê bibe. Di encama danûstandinên demdirêj de encameke bi vî rengî derkete holê. Bêguman zor û zehmetiyên vê tercîhê hene. Ji ber ku, ji ber qanûna hilbijartinê ya nû her partiya li nava tifaqê berpirsyar e. Weke tifaq heger bi dengên giştî derfeta wergirtina wekîlekî hatibe bidestxistin jî ji ber ku deng wê li nava partiyan bê belavkirin, mixabin dibe ku hingî wekîl ji dest biçe. Her wiha rîsk heye ku ew wekîl ji partiyeke cuda re biçe."

Bila dilê gelê me rehet be

 Temel destnîşan kir ku dilê gelan bila rehet be û got, "Em tedbîrên xwe werdigirin. Tişta bê kirin gelekî rehet e. Yekane tişta ku welatiyên me bikin ew e ku li her derê, mohra 'erê' li binê logoya Partiya Çep a Kesk bixin. Li cihê ku me logoya ji dara bi gewdeya mor a Partiya Çep a Kesk (Yeşîl Sol Partî) dît, dema ku me mohra xwe li wir xist, hingî pirsgirêk namîne. Di vê hilbijartina girîng de heger em Partiya Çep a Kesk bi şêweyê herî xurt tevlî meclîsê bikin, hingî dek û dolab û rîsk wê bêne beralîkirin."

Hedefa me 100 wekîl in

Tayîp Temel girîngiya hilbijartinê ji bo çarenûsa welêt wiha îfade kir: "Li pêşiya me du rê hene. Yan em ê faşîzmê rawestînin, yan jî faşîzm wê xurtir bibe û bêhnê li civakê biçikîne. Lewma hilbijartina 14'ê Gulana 2023’yan wê bibe hilbijartina herî krîtîk a dîrokê. Heger Partiya Çep a Kesk bi 100 wekîlan bikeve parlamenê, wê di siyaseta Tirkiyeyê de bindest, mirovên mafên wan hatine binpêkirin li parlamenê, di avakirina qanûnan de diyarker bin. Ya herî girîng jî wê di diyarkirina rêveberiya nû de xwedî rol bin."

Meseleya logoyê

Temel bi bîr xist ku ew bi Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinê û got, "Logoyên Partiya Çep a Kesk û HDP'ê dişibin hev. Ev jî ji bo me avantajeke mezin e. Ji bo mirovên me yên ku bi xwendin û nivîsandinê nizanin, şibandina logoyan girîng e. Em ê serdana her malê bikin û Partiya Çep a Kesk bidin naskirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.