HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Ji bo hilbiajrtina serokkomariyê û ya giştî ya Tirkiyeyê ya 14´ê Gulanê, li derveyî Tirkiyeyê jî xebatên hilbiajrtinê zêde bûn. Li paytexta Elmanyayê Berlînê, berdevkê kordînasyona hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê, Mazlum Karagoz got, “Lazim e heta 2´yê Nîsanê her kes qeydiyên xwe yên hilbijêriyê bike.”
Karagoz ji bo bikaranîna deng di hilbijartinê de got, danezana navnîşanê gelekî muhim e: “Di encama zextên rejîma faşîst a AKP-MHP´ê de bi hezaran welatiyên me welatên xwe bi cih hiştin. Di van 7 salên dawiyê de li Berlîn û derdora wê bi hezaran hilbijêr hene. Armanca me ew e ku welatiyên sirûn bûne biçin navnîşanên xwe di qeydiyan de nû bikin. Hilbijêrên navnîşanên xwe nû bikin, wê karibin dengê xwe li derveyî Tirkiyeyê bi kar bînin.”
Wî bi bîr xist, ji bilî wan kesên ku cezayên wan sabît bûye, her kesê din, piştî ku navnîşan xwe ya nû da qeyd kirin, dikare di hilbijartinê de dengê xwe bide û got, bi qasî dengdanê parastina sindoq û dengan jî muhim e.